NAVENDA NUÇEYAN- Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fidan li Şamê bi serokê ˋHeyet Tehrîr El Şamˊ Ehmed El Şeri re civiya. Piştî civînê her du aliyan civîneke çapemeniyê li dar xist. Di peyamên Fidan de niyeta dewleta Tirk a dagirker a ferzkirina daxwaz û fermanên xwe nexasim dûrxistina aliyên Sûriyeyê ji avakirina Sûriyeya pêşerojê, aşkera bûn.
Wekî hemû daxuyaniyên berpirsên dewleta Tirk a dagirker, Fidan di peyamên xwe de êrişî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir û hewl da ˋHeyet Tehrîr El Şamˊ ji koordîne û hevkariya bi QSD’ê re bi dûr bixe û bihêle ew jî êrişî QSD’ê bike û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her diyalogeke navxweyî ya pêşerojê bi dûr bixe.
Girêdayî wê, serokê ˋHeyet Tehrîr El Şamˊ diyar kir ku Sûriyeya bê qebûl nake ku tu çek li derveyî kontrola wê bin.
Di 12’ê Kanûn de jî serokê îstixbarata dewleta Tirk a dagirker serdana Şamê kiribû û îhtîmal e Erdogan di çend rojên bê de serdana Şamê bike.