TIL AZER- Li gundê Til Azer a giredayê Şengalê perwerdeyekê ser esasê “Şerê Gelê Şoreşgerî” hate lidarxistin. Perwerdeya ku ji aliyê Yekîtîya Ciwanên Êzidxanê (YCÊ) hat lidarxistin gelek ciwanên ji Til Azer tevlî bûn.
Bi hilweşandina rejîma Surî û êrişên dagirker ên dewletaTirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistan, Rojhilata Navîn berdewam dike û her roj şer û pevçûnên bê navber tên jiyan kirin. Gelê Şengalê ku di sala 2014’an de bi qirkirinê re rû bi rû man û îro jî bi êrîşên balafirên keşfê yên Tirkiyeyê re rû bi rû ne, xeteriyeke mezin heye. Ji ber vê yekê ciwanên Şengalê piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna gelên li Rojava destnîşan kirin û biryar dan ku li dijî dijminên hovane wê xwe amade bikin.
Bi vê awayê ciwanan kombûn û li ser esasê “Şerê Gelê Şoreşgerî” perwerdeyekê lidarxistin. Destpêka perwerdê de teoriya parastina rewa û şerê gelê şoreşgerî hat dayin. Piştî vê ciwanan perwerdeya ‘sileh vekirin û girtin’ dîtin. Herî dawî bi awayekê pratîkî sîlah bikaranîn.
Jinên ciwan ên ku beşdarî perwerdeyê bûn diyar kirin ku ewê nahêlin fermanekê din ser serê wan were û ewê tola jinên Êzidî ku ketinê nav destê DAÎŞ’ê de helînin.