HESEKÊ- Yekîtiya Xwendekarên Welatparêzên Sûriyê yên Hesekê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO yên li ser Rojava civîneke girseyî li dar xist.
Nêzî 200 xwendekar beşdarî civîna li Salona Çand û Hunerê ya Serdemê bûn.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpê kir û bi axaftina endama Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif berdewam kir.
Foza Yûzûf amaje bi wê yekê kir ku li bendava Tişrîn a li ser sînorê Kobanê û Qereqozax di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şerekî mezin diqewime û got, “Ez li ser navê her kesî şerwanên ku li wir şer dikin û têkoşîn dikin, slav dikim. Ew kesên ku ne serma û ne jî birçîbûn nas dikin, ne zor û zexmetî nas dikin û şev û roj gişti me diparêzin.”
Piştre jî Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zana Mistafa axivî û ev agahî da:
“Em bang li hemû ciwanan dikin! Bi taybetî bang li xwendekarên jin ên ciwan û hemû xwendekaran dikim; Ya ku îro ji me tê xwestin ruhê yekîtî û têkoşînê ye. Divê em di vî şerê 23 rojî de helwesteke bi rûmet biparêzin. Helwest û helwesta niha ya xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têrê nake. Helwesta heyî ne layiqî xwendekarên welatparêz e. Dema em li dîroka xwendekarên Sûriyê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê dinêrin, ciwanên xwendekar bûn ku çek hilgirtin û pêşengiya Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê kirin.”