ROMA – Di çarçoveya pêngava “Ji bo Rojava rabin ser piyan” de, ciwanên enternasyonalîst ji bo balê bikşînin ser êrîşên li dijî Rojava, li bajarê Roma yê Îtalyayê li trenê bi nivîsa “Rojava Defend” nivîsandî çalakiyek grafîtî li dar xistin.
Ciwanên ku êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker û çeteyên SMO yên li ser Rojava şermezar kirin, diyar kirin ku ew ê ji bo parastina Şoreşa Rojava her tim li qadan bin û di nava têkoşînê de bin.