NAVENDA NUÇEYAN- Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê, ji 8’ê Kanûnê (2024) ve êrişî Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaq dikin. Li hemberî van êrişan şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî berxwedanek dîrokî nîşan dan û derbeyên mezin li dagirkeran dan.
Piştî berxwedana 15 rojan şervanan îro li dijî çeteyan hemleyek da destpêkirin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê da, li hemberî çeteyan bi navê “Hemleya Şehîd Ezîz Ereb Minbic” hemleyek hat destpêkirin.
Di çarçoveya hemleyê de heta niha gelek derbeyên giran li çeteyan hatin xistin û çend gund hatine rizgarkirin.
Hemle berdewam dike.