NAVENDA NUÇEYAN- Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser rûpelên xwe diyar kir ku bi amadebûna hin berpirsên Koalîsyona Navneteweyî di navbera Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mezlûm Ebdî û Serokatiya Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê de civînek hat lidarxistin. Civîn di çarçoveya gotûbêjkirina avakirina helwesteke yekgirtî ya Kurdî di Sûriyeya nû de hat lidarixistin. Her wiha di civînê de li ser girîngiya berdewama civînan û lezkirina çareserkirina pirsgirêkên heyî lihevkirin pêk hat.