HABER MERKEZİ- Li ser esasê li dijî êrşên li ser xaka Bakûr û Rojhilatê Sûrî jinên ciwan ên Erep da ku bikaribin xwe û gelê xwe biparêzin xwe fêrî çek bîkaranînê dibin.
Jinênc ciwan ên ku ji gundê Tiwena a girêdayê bajarê Hesekê ne di vî bingehê de xwe ji bo Şerê Gel a Şoreşgerî amade dikin û tevlî dewreyên fêrbûyîna çek bîkaranînê dibin.
Jinên ciwan di derbarê perwerdeya çek fêrbûyinê ku beşdarbûne de ji ajansa me re axifin.
Betûl Ehmed diyar kir ku divê her jineke ciwan ferî çek bîkaranînê bibe û wiha got:
“ji ber jin berê ji dengê çekê ditirsiya lê niha ne wisa ye. Lê rewşa heyî ya şer û alozî hişt ku jin fêrî her tiştî bibe nexasim bikaranîna çekan.
Ji bo ku jin xwe bi tenê bi rêve bibe, divê destpêkê rahêje çekê, ji bo berî her tiştî paristina xwe bike, paristina herêma xwe bike. Ev şerê ku niha em tê de ne, dihêle em fêrî çekên giran jî bibin û em jî amedene ku fêrî çekên girantir bibin.
Di vê dema niha de, divê ku jin xwe bi xwe birêve bibe ji hemû aliyan ve çi fikrî, çi siyasî. Ne tenê mirov bi çekê şer dike, mirovê ku siyasî be jî dewletên dijmin şerê wan dike. Em derbasî vê dewreyê bûn ji bo ku jin barê xwe hilgire, dema ku şerek rû da rahêje çekê û parastina xwe bike, parastina derdora xwe, herêma xwe, erdê xwe bike,
Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî dewreya çekê bibin. Ji ber di vê dema niha de bikaranîna çekê pir girîg bûye.”
Aya Mihamed di axaftina xwe de bal kişand taybet çima girînge jin ferê çek bîkaranînê bibin û axaftina xwe wiha domand:
“Bi taybet em weke jin derbasî dewreya çekē bûn, vekirin û girtina çekan her wiha avêtin.
Pir girîng e ku em fêrî bikaranîna çekê bibin, ji bo ku destpêkê em xwe biparêzin û malbet û civaka xwe, ji bo wê yekê em xwe fêr dikin.
Ez hêvî dikim hemû jin tevlî vê dewreyê bibin, ji ber em fêrî gelek tiştan dibin di vê dewreyê de, ku jin karibe xwe bi tenê biparêze.
Parastina civakê û jinê pir girînge niha, em hêvî dikin ji hemû jinan ku tevlî dewreyên çekê bibin bi taybet di vê rewşa me ya niha de ji bo ku em xwe û civaka xwe ji her êrîşekê biparêzin.”