NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin” yekîneyên YCWK’ê li Kuçukçekmeceyê li dijî bazirganê tiryakê yê bi navê Alî Şen navçeya Stenbolê di 22ê Kanûnê de çalakiyek li dar xistin.
Têkildarî detayên çalakiyê ev daxuyanî hatin dayîn:
“Ji aliyê yekîneyên me ve hat zelalkirin ku ew kes di heman demê de endamê Odeya Îdealîst e.
Weke YCWK’ê em diyar dikin ku li dijî rêbazên şerê taybet ên li ser ciwanên Kurdistanê tên meşandin em ê her tim têbikoşin. Li ser esasê hişyariya Şerê Gel ê Şoreşgerî û parastina rewa, li dijî kes û saziyên bi vî rengî her tevgerek rewa ye.”