QAMIŞLO – Îro Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz bi tevlîbûna sedan xwendekaran dibistanên bajarê Qamişlo li navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hûner civînekî li darxist. Di civînê de rewşa siyasî yê herêmê û erkên demê yên gel, ciwan û xwendekarên kurd hatin nirxandin.
Di serî de pêşketinên dawî yên li Sûriyê hatin nirxandin û hat diyar kirin ku binkeftina rejîma Baas û avakirina hikumeta HTŞ projeyekî navnetewî di bin pêşengtiya Amerîka û Ewrûpa ji bo parastina Îsrayîl di Rojhilata Navîn de. Her wiha, hat destnîşan kirin ku li beramberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê divê tu ciwanekî kurd hêvî ji hêzên navnetewî negire, lê belê ji hêza gelê xwe bawer be.
Beşdarên civînê anîn ser ziman ku di vê demê dîrokî de lazim e di her malê de çek hebin û her ciwan xwe seferber bike ji bo parastina axa xwe. Her wiha, hat diyar kirin ku eger berxwedan bilind bibe, destkeftiyên mezin li her çar parçeyên Kurdistan dikarin werin bidestxistin, lê belê eger cihekî neyê parastin, ew dibe xeteriyê ji bo hemû Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û ji hemû gelê Kurd re.
Di dawiyê civînê de xwendekaran dirûşmeyên piştgiriya QSD berz kirin û stranên berxwedanê gotin.
Xwendekarên ku beşdarî civînê bû têkîldarî hedefê wê ji ajansa Nûçe Ciwan re axivîn û piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriyê Demokratîk re nîşan dan.