NAVENDA NUÇEYAN- Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dîmenên çalakiyekê ku şervanên wê yên Komandos li dijî nuqteyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li gundewarê bajarê Minbicê li nêzî herêma Bendava Tişrînê pêk tîne, parve kirin.
Di dîmenên çalakiya taybet de şervanên Komandos bi xuşandinê dikevin nuqteyeke çeteyan û bi roketê diavêjin pencereya ku çete tê re çavdêriyê dikin. Roket dikeve hundirê nuqteyê û bi çeteyan de diteqe.
Ji zêdetirî 2 hefteyan ve şervanên QSDˋê li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê û gundewarê herêma Bendava Tişrînê bersivên tund didin hewldanên çeteyan ên dagirkirina wan gundan.