KOBANÊ- Yekîneya Şehîd Viyan ku ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger pêk tê ku li bajarê Kobanê yê Kantona Firatê ye, xeta Xerbî diparêze, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku ew ê li kêleka şervanên QSD, YPG û YPJ’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bisekinin.
Endamên Yekîneya Şehîd Viyan diyar kirin ku ew ê bi QSD’ê re li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û gotin, “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin da ku dijmin têk bibin.”
Di daxuyaniyê de ev hat gotin:
“Yekîneya Şehîd Viyan heta vê kêliyê li ser xeta Xerbî diparêze. Em ê heta dawiyê erka xwe ya parastina gelê Kurd, Rojava û Kurdistanê bi cih bînin. Dijmin 15 roj in bi top û tankan êrîşan pêk tîne. Dijmin bi her cure êrîşan êrîşî me dike. Lê em wek ciwan, em wek hêza parastinê li dijî dagirkeriyê û çeteyan li ber xwe didin ji bo derbaskirina vî sînorî.
Sînorê ku em niha tê de ne ji bo Kobanê gelekî girîng e. Li ser vî esasî 15 roj in li dijî van êrîşan berxwedanek bênavber tê meşandin. Em jî li cem şervanên xwe yên QSD, YPG û YPJ’ê ne. Ji bo têkbirina dijmin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê Minbicê azad bikin. Em ê ji Cerablûsê heta Efrînê her derê azad bikin. Ger ku li ser gelê me zilm bê kirin, êdî em ranawestin. Em bi dijminekî qetlîamker re rû bi rû ne û dixwaze vî gelî tine bike. Li ser vî esasî erka me ya sereke parastina vî gelî ye û em ê heta dawiyê parastina wan bikin.”
Daxuyanî bi sloganan hat bi dawî kirin.