HESEKÊ- Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi pêşengiya şervanên QSD′ê berxwedaneke bêhempa tê kirin. Her wiha ciwan ên ku pêşeng û siberoja şoreşê ne gelên welatparêz , bi ruhê seferberiyê beşdarî pêvajoyê dibin û li hemberî êrîşan helwest û berrtek nîşan didin.
Tişta herî bingehîn a ji bo tevlîbûna zêdetir a bi ruhê seferberiyê ew e ku hemû gel hêza xweparastinê xurt bikin da ku karibin xwe, gel û axa xwe biparêzin.
Li ser vê bingehê hewldana fêrkirina ciwanên ku nizanin çekan bikar bînin ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Hesekê nêzî du hefteyan hatibû destpêkirin îro jî berdewam kir.
Bi dehan ciwan li gorî stratejiya Şerê Gel ê Şoreşger bi perwerdekirina çekan fêrî parastina xwe ya li hemberî êrîşên muhtemel dibin. Ciwanên ku di rojên ewil de fêrî vebûn û girtina çekê bûne, niha jî bi fîşek avetin ve fêrî bikaranîna wê dibin.
Xebatên ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger hatine destpêkirin wê di demên pêş de jî bidomin.