NAVENDA NUÇEYAN- Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sabotajê ya li Xakurkê weşand ku di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:
22’ê Hezîranê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li qada Şehîd Qehreman a herêma Xakurkê operasyonek hate destpêkirin. Hêzên me dagirker xistin bin kontrolê û saet di 14:00 de bi rêbaza sabotajê lê dan. Di çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkeran li vê derê bombeyên mijê bi kar anîn û mirî û birîndarên xwe ji qadê birin. Saet di 14:30’î de careke din çalakiya sabotajê hate kirin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakiya ku di encamê de bi giştî 5 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker birîndar bûn ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi armanca silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30’ê Hezîranê hate lidarxistin.”