NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK’ê yên Wanê di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” êvara 25’ê Kanûnê li Wanê kemînek li wesayîta zirxî ya polîsan danin û çalakiya molotof li dar xistin.
Hat diyarkirin ku ev çalakî ji bo piştgiriya berxwedana dîrokî ya Rojava hatiye lidarxistin.
YCWK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya têkildarî çalakiyê de diyar kir ku ji bo hembêzkirina şoreşê û destkeftiyên wê li her qadê çalakî li dar bixin.