HESEKÊ- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Herêma Cizîrê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi beşdariya 50 ciwan û jinên ciwan tevlîbûyîna xwe ji bo seferberiyê ragihandin. Ciwanan diyar kirin ku ew ê di vê pêvajoya krîtîk û dîrokî de li kêleka hêzên parastina gel bin û heta dawiyê destkeftiyên şoreşê biparêzin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Herêma Cizîrê Brûsk Yûsif ve hat xwendin de ev agahî hatin dayîn:
“Em weke ciwanên welatparêz diyar dikin ku em beşdarî pêngava Tevgera Ciwanên Şoreşger in. Îro şer li ku derê dibe bila bibe em amade ne. Em ê bersivê bidin van êrîşan. Ji bo parastina gelê xwe, erd û kolanên m em amade ne her tiştî bikin.
Daxuyanî bi dirûşma “Ji bo jiyaneke bi rûmet şer” bi dawî bû.