NAVENDA NUÇEYAN- Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Minbicê û bersivdana xurt a şervanên QSDˋê de, daxuyaniyek da.
Berfirehiya dauxyaniya QSDˋê wiha ye:
“Hêzên me êrişên berfireh ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê têk birin. Di berbanga îro de, (26ˋê Kanûnê) saet 01:00 sibehê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi piştgiriya 2 wesayîtên leşkerî ji cureya “Toyota ” 2 panzeran û tankekê êrişên dijwar li dijî herêma başûrê rojhilatê Minbicê pêk anîn. Li beramber wan êrişan, hêzên me berxwedaneke mezin raber kir û berisvên tund dan, bi wê re pevçûnên dijwar heta saet 5:30ˋan berbanga îro dewam kirin.
Di encama bersivdana hêzên me de 2 panzer, erebeyeke leşkerî ya “toyota” û tankek hatin rûxnadin, 12 çeteyên dagirkeriya Tirk hatin kuştin. Hîna cenazeyên 4 ji wan çeteyan li eraziyan in.
Di encama bersivdana xurt ên hêzên me de çete ji qadên pevçûnan reviyan û xwe di nava avahiyiyeke li gundê Til Erîş ku berê kargeheke mirîşkan bû, veşartin. Hêzên me bi çekên giran ew hedef girtin û hedefên xwe pêk anîn. Lê hejmara kuştî û birîndarên wan nehatin zelalkirin.
Hemwextî wan pevçûnên dijwar, Yekîneyên Şehîd Harûn a Taybet bi Operasyonên Hewayî ya hêzên me 4 caran nuqte û kombûnê çeteyan hedef girtin, di encamê de gelek kuştî û birîndarên wan çêbûn. “