NAVENDA NUÇEYAN- Aktîvîstên Rêxistina Ciwanên Sosyalîst a Young Struggleyê li paytexta Îngîltereyê Londonê li ber avahiya parlamentoyê pankarta “Rojava biparêze” vekirin û bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê.
Di daxuyaniya Aktîvîstên Young Struggleyê de wiha hate gotin:
“Bi dawîlêhatina rejîma Esad re, hêzên li Sûriyeyê yên ku nû hatine ser desthilatdariyê dijminê şoreşa gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê/Rojavayê Kurdistanê ne. Ew bi çeteyan re ku bi piştgiriya Tirkiyeyê armanca wan têkbirina têkoşîna gelê Kurd e bûne yek.
Îngîltere di dîrokê de li Rojhilata Navîn piştgiriya hêzên Îslamî kiriye û destûr daye ku ew bibin desthilatdar. Em ji bo Şoreşa Rojavayê banga piştgiriya navneteweyî dikin û ji Îngîltereyê daxwaz dikin ku dawî li têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bîne û mudaxeleyî êşên gelên Sûriyeyê nebe.”