NAVENDA NUÇEYAN- Li eniyên berxwedanê ya bendava Tişrînê ji fermandarên QSD’ê Nîdal Egîd ku eslê xwe ji bajarê Humsê ya Suriyê ye, diyar dike ku di çarçoveya bersiva li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî de, me gelek gund ji çeteyan paqij kir.
Şervanên QSD, YPJ, YPG û hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi ruhekî bilind a serkeftinê li hemberî çeteyên dewleta Tirk parastina axa xwe dikin. Di nava refên QSD’ê de şervanên Ereb, Kurd, Suryan û Asûrî li ser esasê parastina destkeftiyên şoreşê di sengerên berxwedaniyê de cih digrin. Nîdal Egîd jî yek ji Fermandarên QSD’ê yê eniya berxwedana Tişrînê ye. Nîdal bi erka xwe ye welatparêzî û mirovî rabûye, di van demên dîrokî de di sengerên herî pêş de cihê xwe digre. Fermandar Nîdal Egîd di serî de beşdarbûna xwe ya nava refên QSD’ê weke xwedî derketina rûmeta xwe pênase dike û wiha dibêje: “Ez ji bo parastina welatê xwe tevlî nava QSD’ê bûme, ji ber mirov di nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk de dikare rûmet, xak û gelê xwe biparêze. Ez ji bo welat û axa xwe ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê biparêzim tevlî Hêzên Sûriya Demokratîk bûm.
16 roj in em li derdora Minbic û li bendava Tişrînê ne, em li vêderê berxwedaniyeke bê hempa didin meşandin. Berxwedaniya ku li vê derê tê meşandin berxwedaniya serdemê ye. Bi giştî çavkaniya berxwedaniya me xwe dispêre, moral û coşa ku di cewherê refên Hêzên Sûriya Demokratîk de tê jiyîn. Ez jî weke fermandarekî di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de, li bendava Tişrînê di pêngava şehîd Ezîz Ereb Minbic de cihê xwe digrim. Di 2 rojan de me gundê El Qews û gelek gundên din ku ji hêla çeteyên Tirk ve hatibûn dagirkirin, paqij kir. Heta niha hejmarek pir zêde kuştiyên çeteyan hene. Di heman demê me gelek erebeyên wan ên zirxî rûxandin. Heya Minbic, Efrîn û Girê Spî ango hemû deverên ku ji hêla çeteyên Tirk ve hatine dagirkirin, paqij nebe em ê ranewestin.
EM LI HEMBERÎ KIRYARÊN DEWLETA TIRK DISEKININ
Bila gelê me piştrast be weke şervanên ku li eniyan de cih digrin rewşa me baş e û em gelê xwe yê têkoşer silav dikin. Em ê xakên xwe yên ku di destê dijmin de vegerînin, çi tiştê ku dewleta Tirk a dagirker ji me standiye em ê vegerînin. Ya ku dewleta Tirk a dagirker didize hemû li ber çav in, dagirkeriya Tirk êrîşên xwe ji bo talankirina nirxên vî gelî pêk tîne, dîroka me ji me didize ji ber vê jî em li hemberî kiryarên dewleta Tirk disekinin.
Bila her kes û bi taybet her ciwanek bizane ku çeteyên Artêşa Azad û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ne ji bo azadiyê şer dikin, ew ji bo dizî û desthilatiyê şer dikin. Yên ku bi rastî jî dixwazin li berxwe bidin û ji bo welat têbikoşin bila berê xwe bidin nav refên QSD’ê û parastina rumeta xwe bikin. QSD rumeta me diparêze, ji ber wê em di nava QSD’ê de cih digrin. Em weke şervanên Ereb, Kurd, Suryan û tevahî netewên din, weke zarokên vî welatî em ê li hember dagirkeran bisekinin. Em ji bo azadiyê şer dikin. Ez bang li ciwanan dikim ku bila berê xwe nedin nava çeteyan û bi şerê taybet ku dijmin dide meşandin, bandor nebin. Bila hemû ciwan ji bo parastina welatê xwe berê xwe bidin nava refên QSD’ê.”
Çavkanî: ANF