KOBANÊ- Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya YPJ’ê ya duh de hate ragihandin ku yek ji Fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Arşîn Hisên bi nasnav Rohanî Yekta ku di berxwedana dîrokî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên SMO yên girêdayî wêde, li bendava Tişrînê di 25.12.2024 d tevlî karwanê şehîdan bû.
Cenazeyê Fermandara YPJ’ê ya Şehîd Ronahî Yekta îro ber bi Kobanê ve bi rê ketin. Cenazeyê ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û gel ve bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi girseyî hate pêşwazîkirin, birin nexweşxaneya Kobanê.
Şehîd Ronahî Yekta wê sibe li goristana şehîdan a Kobanê bi merasîmeke girseyî bi beşdariya malbat û hevrêyên xwe ber bi rêwîtiya dawî ve were oxirkirin.
Şehîd Ronahî Yekta ku ji Efrînê ye, di dema xwe ya di nava xebatên Ciwanên Şoreşger de li gelek cihan xebat meşandin û bi sedan ciwan û jinên ciwan tevlî nava refên şoreşê kir. Fermandara YPJ’ê ya Şehîd Ronahî Yekta ku hem di Berxwedana Serdemê a Kobanê de cih girt û hem jî demeke dirêj li Kobanê xebat kir, şoreşgerek bû ku ji aliyê ciwan û gelê Kobanê ve dihat hezkirin, rêz û hurmeta wî dihat dayîn.