TEBQA- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlîbûna bi rihê seferberiyê tevlîbûna xwe di nava refên berxwedanê de didomînin.
Çawa ku bi sedan ciwan tevlî nava refên QSD’ê bûne, bi sedan ciwan jî li dijî êrîşeke muhtemel nobedê digirin û li kolan û taxên bajarê xwe diparêzin.
Di vê pêvajoya dîrokî de ku mînakên şênber ên berxwedana Şerê Gel ê Şoreşgerî tê jiyîn, ciwanên Ereb bi tevlîbûna di pêngava seferberiyê de li dijî her cure polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji bo afirandina nakokiyan di navbera gelê Kurd û Ereb de bertekên xwe nîşan didin. Li ser vê bingehê bi dehan ciwanên Ereb ên li Tebqayê dijîn, çek hilgirtin û ragihandin ku ew di nava refên QSD’ê de cîhê xwe bigrin.
Ciwanan diyar kirin ku ew weke endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebka li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker amade ne û hemû pêkhateyên heyî biparêzin. U da zanîn ku wê heta dilopek xwîn di damarên wan de bîmine dev ji tekoşîna xwe bernedin.