KOBANÊ-Endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ku ji bo parastina ewlekariya bajar û gel li Kobanê dewriyeya şev li dar dixin, helwesta xwe ya li hemberî dijmin nîşan dan û destnîşan kirin ku di berxwedanê de bi israr û bi biryar in.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Kobanê Nehle Mihamed da zanîn ku weke jinên ciwan ji bo parastina gel di saetên êvarê de li kolan û rêyan de devriye davêjin û got, “Weke jinên ciwan em ê cihê xwe di nava şer de bigirin û bi her awayî ketina bajarê rê nedin dijmin. Kobanê xeta me ya sor e. Li ser vê bingehê her roj em li ser erka parastina gelê xwe ne. Ez bang li hemû jinên ciwan dikim; hûn jî di nav vî şerê de cîhê xwe bigrin.”
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Yekîtiya Jinên Ciwan a Kobanê diyar kir ku ew ê weke jinên ciwan bi ruhê Arîn Mîrkan, Şehîd Bêrîtan û Şehîd Avestas cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin, û got, “Weke ku tê zanîn bi hezaran jinên ku mohra xwe li dîrokê dane hene. Ez bang li jinên ciwan dikim; Werin cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigirin. Bi taybetî jinên ciwan ên Bakurê Kurdistanê pêwîste di vî şerî de rol û mîsyona xwe bilêzin. Werin em weke jinên ciwan îrade û hêza xwe bikin yek û li dijî dijminê dagirker û qetlîamker şer bikin.”
Ciwanê ji Kobanê yê bi navê Fazil diyar kir ku ew ê ti carî Kobanê neterikînin û got, “Me bi hezaran şehîd dane, em dikarin bi hezaran şehîdên din jî bidin. Lehengên me hene, em ê ti carî Kobanê bernadin.”
Ciwanê bi navê Fazil bang gelê Kurd kir û got, “Divê em li ku derê bin divê li ber xwe bidin. Îro em têkoşîna hebûn û tinebûnê didin. Erdogan, dewleta Tirk a dagirker dixwaze Kurdan tine bike. Lê divê were zanîn ku nikanin me wek Kurd tune bikin, bi salan e em tune nebûne û nabin.”