TEBQA- Ciwanên Efrînê yên ku piştî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şehbayê neçar man koçî Tebqayê bikin, li her cihê ku lê bin li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedana xwe didomînin.
Ciwan li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî amadekariyên xwe dikin û li hemberî êrîşan ewlehiya gel û bajêr pêk tînin.
Ciwanên Efrînê ji herêma ku lê ne peyama berxwedanê dan û diyar kirin ku ew li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne tekoşîn bikin. Peyama ciwanan de hat diyar kirin ew ê li dijî êrîşan bin nekevin û ew ji şer re amade ne, wê xaka xwe tu carî ji dijmin re nehêlin.