NAVENDA NÛÇEYAN – Milisên Azadiya Kurdistanê (MAK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di salvegera Komkujiya Roboskî de li Amedê ji bo bîranîna kesên hatine qetilkirin 3 çalakiyên cuda li dijî dijmin li dar xistine.
Girêdayê çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:
“25’ê Kanûnê bi şev li taxa Şehîtlîkê ya Amedê hêzên me li dijî qereqola polîsan çalakiyek li dar xistin. Dema ku ketina qereqola ku dagirker lê bi cih bûne ji aliyê milîsên me ve bi teqemeniyên destçêkirî hatiye hedefgirtin, teqînên dijwar rû dane.
27’ê Kanûnê bi şev saet di 02.00’an de li navçeya Şehîtlîkê ya Amedê milîsên me li dijî qereqola polîsan çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de avahiya ku dagirker lê bi cih bûne bi teqemeniyên destçêkirî hatiye hedefgirtin û teqînên dijwar rû dane.
Milîsên me 28’ê Kanûnê bi şev li navçeya Şehîtlîkê ya Amedê süpermarketa A-101 a hevkar hedef girtin. Li marketa ku bi çek û molotofan hat lêdan zirara madî çêbû.”