NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên ku xwe weke ciwanên Kurd ên welatparêz pênase dikin, ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Rojava.li ber xwe didin û têkoşîneke efsaneyî dimeşînin, ji bo peydakirina teknolojiya dron a bi tîpa FPV’yê kampanyaya “dronesforrojava” dan destpêkirin.
Ciwanên welatparêz ên ku kampanyaya ku dest pê kirine li ser kanalên Telegram (@dronesforrojava) û X ragihandin ku ji hemû gelê Kurd ên welatparêz û dostên wî banga piştgirî dikin.