NAVENDA NUÇEYAN- Bi beşdariya endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê Yekitiya Jinên ciwan a kantona Reqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê sûcên qirkirinê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê i dijî gelê herêmê pêk tîne, daxuyaniyekê da.
Endama Nivîsgeha Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Reqayê Hîbe Siwêhe daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 27ˋê Mijdara 2024ˋan ve li dijî gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên qirkirinê didin meşandin.
Yekitiya Jinên Ciwan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê herêmê hovantirîn sûc û komkujî pêk anîne, nexasim li dijî jin û zarokan.
Di dawiyê de yekitiyê ev sûc û komkujî şermezar kirin û bi binpêkirina vîna jinan wesif kir. Her wiha yekitiyê soz da ku ew ê tola her jinekê ku sûc li dijî wî bîne ji dagirkeriya Tirk û çeeyên wê hilîne.