KOBANÊ- Endamên Kongra-Star ên navçeya Çelebî ya Kobanê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin şervanên xwe û ji bo parastina xaka xwe amade ne.
Di daxuyaniya ku li ser navê Tevgera Jinan a Çelebî hat xwendin de ev agahî hatin dayîn:
“Em weke endamên Tevgera Jinan a navçeya Çelebî ya Kobanê ji bo çi erk û berpirsyarî bikeve ser milê me em amade ne. Em ê bersivê bidin êrîşên li ser xaka me û rê nedin dagirkeran ku derbasî axa me bibin. Çawa ku li Kobanê DAIŞ têk çû, Erdogan jî wê careke din li Kobanê têk biçe. Em ê axa xwe û şervanên xwe biparêzin. Em li pişt QSD, YPG û YPJ’ê ne.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên Bijî Berxwedana YPJ û Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.
Berdevka HPJ – Jin Zelîha Elî ku beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bû, diyar kir ku hemû jinên li vir ji bo bersivdayîna pêvajoyê û bersivdayîna êrîşên dijmin amade ne û ev tişt gotin:
“Êrîşên 22 rojan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê guman êrîşên giran in. Em bi ruhê Arîn, Jiyan, Avesta, Yekta û hemû şehîdên jin soz didin ku em ê bersiva vê pêvajoyê bidin. Weke jin em ji bo her tiştî re em amade ne, çi çek di destê me de be, çi xwarin be, çi parastina taxan û kolana be em amade ne. Roj roja parastina şeref û namûsê ye. Çi dibe bila bibe em ê li van xakan şer bikin, em ê li van xakan serkeftinê bi dest bixin.
Ez bang li hemû jinan dikim; îro roja me ye. Îro pêwîste em hêzên xwe bi her awayî bi rêxistin bikin û beşdarî vî şerî bibin. Werin em hemû jinên ku li van xakan dijîn li pişt şervanên QSD, YPG û YPJ’ê bin. Herî dawî jinên ku bi fikir û felsefeya Rêber APO perwerde bûne, teslîmiyet qebûl nekirin û qebûl nakin. “