BASEL – Li bajarê Basel ê Swîsreyê bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê komxebata ciwanan dest pê kir.
Ciwan danê sibehê li Navenda Çanda Kurd a Baselê li hev civiyan û dest bi Atolyeya Ciwanan a ku wê 2 rojan dewam bike, li ser rol û mîsyona ciwanan bê nîqaşkirin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê, ciwanan bi semînera Şerê Gel ê Şoreşgerî dest bi rojê kirin.
Sê qonaxên girîng ên dîrokî yên Şerê Gel ê Şoreşgerî ku ji damezrandina PKK’ê heta niha tê meşandin, hatin nirxandin. Piştî nirxandina dîrokî nîqaş bi pirs û bersivên ciwanan kûrtir bû.
“Em ê çawa tevkariyê li şerê gel ê şoreşgerî yê li Ewropayê bikin?”, “Rol û mîsyonên me yên ciwan çi ne?”, “Polîtîkayên tirsandinê û asîmîlasyona çandî ya Ewropayê çi ne, divê ciwan li hemberî wan çi bikin?” Li ser pirsan nirxandin hatin kirin.
Di şerê gel ê Şoreşgerî de rola pêşeng a ciwan û jinan hate destnîşankirin.
Şerê ku tê meşandin, şerê hebûnê ye û ji bo avakirina civaka demokratîk tekane rêya meşandina Şerê Gel ê Şoreşger e; Li ser vê bingehê hate diyarkirin ku divê her ciwanê Kurd bi vê hişmendiyê nêz bibe û têkoşîna pêşxistina şerê gel ê Şoreşgerî bide meşandin.
Piştî semînera şerê gel ê şoreşgerî, ciwanan bi semînera Rastiya Rêbertî û Şerê Taybet a ji aliyê Mehmet Ronahî ve hat dayîn, roj berdewam kirin.
Bi nîqaşkirina jiyana Rêbertî, ferqa di navbera Rêber APO û pêşengên din ên dîroka cîhanê de hate nîqaşkirin.
Hate diyarkirin ku Rêbertiya ku gotiye her kes di şoreşê de cihê xwe girtiye, di vê têkoşînê de weke ku bi derziyê bîrekê dikole ji bo her kesî cih afirandiye.
Şêwaza Rêbertiyê bi kûrahî hate nîqaşkirin. Li ser girîngiya zindîkirina şêwaza rêbertiyê û çanda rexne û xwerexnekirinê bi şêwazê rêbertiyê hate axaftin.
Her wiha li ser girîngiya ku Rêbertî daye têkoşîna ciwan û jinan, rol û mîsyona ciwanan a di belavkirina felsefeya Rêbertî de di têkoşîna bi vê dirûşmeyê hatiye pêşxistin de hate destnîşankirin.
Dawî de li hemberî têkoşîna bê hempa ya ku Rêbertî dimeşîne divê ciwan di serdema pêş de çawa berxwedanê berfireh bikin hat ser ziman.
Komxebata ciwanan dê sibê bi semînera Dîroka Ciwanan berdewam bike.