NAVENDA NUÇEYAN- Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ketin bajarê Minbicê, rojane bûyerên kuştinê, şantajkirinê û talakirinê rû didin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin û yên çalakvaniyan li ser malperên medya dijîtal parve kirine, çeteyên “Siwar Minbic” ve yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li çerxerêya Pirtûk (Kîtab) tina pêşiya kesê bin navê Ebû Xeldûn El Ewnî, bi kêrê êriş wî kirine û heta nexweşxaneyê bi dû de çûne û ew kuştine.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li rojavayê bajarokê Erîme şêniyê bi navê Mihemed El Dahir El Siêdî kuştiye û bi kêrê li birayê wî xistiye.
Çalakvanan li ser malperên medya dijîtal nûçeyek parve kirin ku li pêşiya mizgefat mezin a li kolana Seraya ya bajarê Minbicê teqînek rû daye. Li wê herêmê bi dehan dikan heye. çalakvanan destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dû bûyerê ne ku piştî teqînê dikan dizîn. Çalakvanan bang xwediyên dikanên li cihê teqînê kir ku biçin milkên xwe biparêzin.
Li aliyekî din çalakvanan dîmenê mêrekî bi navê Izedîn El Mirî (50) ku êriş wî hatiye kirin û li eniyê wê yê rastê xwîn diherike, weşand. Di dîmenê de şêniyê rastî bûyerê hatiye dibêje çeteyan ew xapandiye û jê re gotiye malbatekê bigihîne bajarê Babê, lê dûre lê xistiye û Desteser kirine.
Ev beşeke sûcên dewleta Tirk li dijî şêniyên Minbicê ye ku beriya bi çend rojan, piştî ku çeteyan tecawîz li zarokeke 7 salî kiriye, di navbera wan û êla Bobena de şerên dijwar derketine.
Çavkanî: ANHA