KOBANÊ- Li ser banga seferberiya giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ciwanên gundewarên Kobanê diyar kirin ku ew amade ne li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê parastina herêma xwe bikin.
Di vê derbarê de ciwanên gundê Çelebî yê Kobanê ragihandin ku bi avakirina tabûrekê tevlî seferberiya giştî bûne. Ciwanên gund bi rêxistinkirina parastina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, biryar dan ku bi şervanên QSD′ê re herêmên xwe biparêzin.
Di daxuyaniyê de ciwanên ku şervanên li Tişrîn û Qereqozaxê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker şer dikin silav kirin, diyar kirin ku ew weke ciwan bi wan re ne.
Di berdewamiya axaftinê de bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin ku parastina gel û axa xwe bikin. Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Berxwedana QSD’ê” bi dawî bû.