NAVENDA NUÇEYAN- Yekîtiya xwendekarên Welatparêzên Sûryeyê li taxa Erbawiyê li Peymangeha bilind a Mamosteyan a bajarê Qamişlo têkildarî hemleya ‘Şerê Gelê Şoreşgerî’ û xurtkirina seferberiyê, ji 275 xwendekarên Peymangeha Bilind a Mamosteyan re civînek li dar xist.
Piştî deqeyek rêzgirtin di derbarê geşedanên siyasî ên li cîhanê, Rojhilata Navîn û Sûryeyê de nirxandin hatin kirin.
Di nirxandinan de bal hate kişandin li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û li beranberî wê, li ser berxwedaniya dîrokî ya hêzên QSD, YPG û YPJ ku di xeta Tişrîn û Kara Qozaxê dimeşînin hat sekinandin.
Di civînê de qala girîngiya hemleya ‘Şerê Gelê Şoreşgerî’ û xurtkirina seferberiyê hate kirin û hate destnîşankirin ku ji bo parastina destkeftinyên şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûryeyê û Rojavayê Kurdistanê, lazime tax, kolan û bajar bên parastin.
Hat diyarkirin ku di çarçoveya ‘Şerê Gelê Şoreşgerî’ de, di asta seferberiyê de, ji heft salî, heya heftê salî ew ê têbikoşin û heya dawî piştgiriya hêzên QSD, YPG û YPJ’ bikin.
Civîn bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Berxwedana QSD, YPG û YPJ” bi dawî bû.