ANTÎBES – Li bajarê Antîbes ê Fransayê, êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li dijî Rojava yên bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hatin protestokirin.
Meşa li dijî êrîşên li dijî Şoreşa Rojava û çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk a faşîst de ji ber Gara Trenê ya Antibesê destpê kir. Di meşa ku welatiyên welatparêz jî lê amade bûn de dirûşmên “Rojava ne pas seul” hatin berzkirin. Duruşmên (Rojava Ne Bi tenê ye) û “Bijî Berxwedana Rojava” li kolan û kuçeyên bajêr hatin berzkirin.
Piştî meşa ku li navenda bajêr bi dawî bû daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Beriya daxuyaniya çapemeniyê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Di daxuyaniyê de êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku paradîgmaya Rêber APO û azadiya Ocalan xeta sor a têkoşîna ciwanan e. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Weke GBV; Bi îdeolojiya Rêber APO û lehengiya Şehîd Asya û Şehîd Rojger em ê şer berfireh bikin û faşîzmê hilweşînin. Me bi cesareta ciwanan û pêşengiya jinan şoreşa Rojava bi dest xist. Me çeteyên barbar ên mîna DAIŞ’ê îmha kirin û li dijî dewleta Tirk a dagirker destana berxwedanê nivîsandin. Niha em li ber serkeftinek mezintir in,”
Ciwanên TCŞ’ê diyar kirin ku êrîşan îradeya gelê Kurd û Şoreşa Rojava hedef digire û gotin, “Dîrok nîşan daye ku faşîzm bi berxwedana rêxistinbûyî ya gelan têk çû. Îro dora me ye ku em vê erka dîrokî bi cih bînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok APO”, “Bijî Kurdistan” bi dawî bû.