PARÎS – Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li paytexta Fransa Parîsê, li ser rola pêşeng û mîsyona ciwanan a di Şerê Gel ê Şoreşgerî de semînerek li dar xistin.
Di semînerê de; Li ser pîvanên welatparêziyê û ruhê serdemê çi pêwîst dike nîqaş hatin kirin.
Her ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn kûrtir bû, hate destnîşankirin ku destkeftiyên gelê Kurd bi taybetî şerê navenda Rojhilata Navîn, encax bi paradîgmaya Rêber APO li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî dikare were bidestxistin.
Di berdewamiya nîqaşan de girîngiya tevlîbûna malbatan a di vê pêvajoyê de hate destnîşankirin û hate destnîşankirin ku divê malbat rola rêxistinkirinê û ciwan jî rola berfirehkirina têkoşînê bigirin ser milê xwe. Piştre girîngiya perwerdehiyê hate vegotin.
Piştî nîqaşan sînevîzyona li ser axaftina Rêber APO ya ji bo ciwanan hate temaşekirin.
Semîner bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” bi dawî bû.