NAVENDA NÛÇEYAN – MJAR’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li dijî wesayîta nûçegihana ÎHA’yê Cîhan Kizir ê ku îxbarê dewleta Tirk a dagirker bû, çalakiyek li dar xistine.
Daxuyanî wiha ye:
Hat zanîn ku ev kes damezrînerê ajansa bi navê ACH (Adiyaman Cihan Haber) e û di ÎHA (Ajansa Nûçeyan a Îhlan) de nûçegihaniyê dike. Xwe wek nûçegîhan û rojnemevan binavdike, di bin çavdêriya îstixbarat, polîs û cendirmeyan de karê muxbîrî û îstixbaratê dike. Li gorî agahiyên vî kesî û nûçeyên derew ên ku dane; Gelek mirovên me bûn hedefên bêguneh, hatin binçavkirin, îşkencekirin û muameleya xerab.
Navnîşana kesê û wesayîta wî ji aliyê milîsên me ve hat tespîtkirin û yekîneyeke me li dijî wesayîta kesê çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de; Wesayîta şewat derket û xisareke mezin dît, ji ber wê jî wesaît nayê bikaranîn.
Me ev çalakî di şexsê CÎHAN BÎLGÎN û NAZIM DAŞTAN ê ku di ROJAVA de şehîd ketine li dar xist û em diyarî hemû Çapemeniya Azad dikin.