KOBANÊ- Tevgera Ciwanên Şoreşger têkildarî pêvajoyê li gundên Kobanê bi gel re civînan li dar dixe.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ku gund bi gund geriyan, bi şêniyên gund re dicivin û li ser erk û berpirsyariyên ku divê gel li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî li dijî êrîşên dagirkeriyê bilîzin nîqaş dikin.
Di nîqaşan de bal hat kişandin ser berxwedana destanî ya şervanên QSD’ê li Tişrîn û Qereqozaxê û hate gotin ku divê gel li her qadê piştgiriyê bide şervanan û bi ruhê berxwedanê yê topyekûn ji bo parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevbigerin.
Hat destnîşankirin ku divê raya giştî li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker bi baldar be, hate gotin ku çavkaniya moralê ya şervanan gel e û divê gel her tim moral û hêzê bide şervanên xwe.
Civîn bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana QSD′ê” bi dawî bû.