QEREQOZAX- Şervanên QSD’ê yên li eniyên Pira Qereqozaqê li ber xwe didin, peyama berxwedan û serketinê didin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Şervanê QSD’ê diyar kir ku wan derbên giran li dijmin didin û got, “Bila gelê me netirse, dewleta Tirk a dagirker bi belavkirina nûçeyên di çapemeniya şerê taybet de tên weşandin, hewl dide gelê me bitirsîne. Divê gelê me netirse, em li pişt gelê xwe ne, gelê me jî li pişta me ye. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin.”
Şervanê QSD’ê da zanîn ku divê gel moralê bide şervanên ku di vê pêvajoyê de li eniyê li ber xwe didin û got, “Armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gihandina Kobanê ye, teqez em ê vê qebûl nekin û destûr ew derbasî Kobanê bibin nedin. Çawa di sala 2014’an de li Kobanê hatin şikandin, wê îro jî bên şikandin.”
Her wiha şervanên YPJ’ê yên ku bûne sembola Şoreşa Rojava û niha li eniya şer de berxwedaneke destanî nîşan didin, bi xwendina strana “Agir Geş Bikin” peyama xwe ya berxwedanê nû kirin.