REQA – Îro li bajarê Reqa Desteya Ciwan û Werzişê û Yekîtiya Werzîşê civînê li ser rewşa awarte yê şer li heremê û erk û berpirsiyartiyên ciwanan li darxistin. Bi dehan kes beşdarî civînê bûn.
Civîn bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê hat destpêkirin. Piştî wê pêvajoyê siyasî û leşkerî yê li Sûriyê û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat nirxandin. Piştre erk û berpirsiyartiyên demê yên ciwanan ji bo parastina welatê xwe hatin destgirtin. Her wiha, rola ciwanan di avakirina pergala nû ya Sûriyê de hat nirxandin.
Her wiha, bi taybetî li beramberî êrîşên heyî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, li ser xweparastinê ji şerê taybet ê ku di ragihandinê de tê meşandin, û çawa divê ciwanan di nava stratejiya şerê gelê şoreşgerî de cihê xwe bigirin, axaftin hatin kirin.