NAVENDA NUÇEYAN- Ciwanên bajarê Hesekê xwedî li banga Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya seferberiya giştî derketin. 70 kes (30 jinên ciwan û 40 xortên ciwan) bi daxuyaniyekê tev li seferberiyê bûn.
Daxuyanî bi navê ji aliyê Stêra Hesekê û Rajar Hesen ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên giran li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: ” Keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pişgiriyê didin QSD’ û YPJ’ ê. Hêzên me hemû planên dagirkeriyê yên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê têk birin. Tevhî pêkhateyên bajarê Hesekê em ê pêşgiriya hêzên xwe yên parastinê bin. Her wiha em tevlî seferberiyê dibin.”