NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK’ê yên Stenbolê diyar kirin ku li dijî êrîşên li dijî Rojava, noqteyek ku alîkarî û çalakiyên rêxistinê yên ji bo çeteyên HTŞ û DAIŞ’ê tê lidarxistin tespît kirine û çalakiyek li dar xistine.
Daxuyanî wiha ye:
“Di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, em bi Rêber APO re azad bibin” de, yekîneyên me piştî şopandina demdirêj a li Taxa Koyîçî ya Stenbolê, şeva 30’ê Kanûnê, noqteyek ku alîkarî û çalakiyên rêxistinê yên ji bo çeteyên HTŞ û DAIŞ’ê tê lidarxistin, bi teqemeniyên destçêkirî û molotofan noqte hedef girtin. Hejmarek ne diyar ji kesên di hundir de birîndar bûn. Çalakî ji bo bersivdayîna êrîşên li dijî Rojava hate lidarxistin.”