HESEKÊ- Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi pêşengiya şervanên QSD′ê berxwedaneke bêhempa tê kirin. Her wiha jinên ciwan ên ku pêşeng û sembola şoreşê ne bi ruhê seferberiyê beşdarî pêvajoyê dibin û li hemberî êrîşan helwest û bertek nîşan didin.
Tişta herî bingehîn a ji bo tevlîbûna zêdetir a bi ruhê seferberiyê ew e ku hemû kes hêza xweparastinê xurt bikin da ku karibin xwe, gel û axa xwe biparêzin.
Li ser vê bingehê hewldana fêrkirina jinên ciwanên ku nizanin çek bikar bînin ku bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Hesekê hatibû destpêkirin îro jî berdewam kir.
Bi dehan jinên ciwan li gorî stratejiya Şerê Gel ê Şoreşger bi perwerdekirina çekan fêrî parastina xwe ya li hemberî êrîşên muhtemel dibin. Jinên ciwanên ku di rojên ewil de fêrî vebûn û girtina çekê bûne, niha jî bi fîşek avetin ve fêrî bikaranîna wê dibin.
Xebatên ku bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan de hatine destpêkirin wê di demên pêş de jî bidomin.
Jinên ciwan ên ku fêrî bikaranîna çekan bûne, hestên xwe ji ajansa me re parve kirin.
Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan diyar kirin ku divê jinên ciwan li hemberî êrîşên dagirkeriyê fêrê xwe parastinê bibin.