NAVENDA NUÇEYAN- Berdevkê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) û endamê Meclîsa Rêveber a Navendî (MYK) Rohat Guvercin, dema ji di çarçoveya xebatên xwe yên dîplomatîk de ji derve vedigeriya Tirkiyeyê, hat binçavkirin.
DEM’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Guvercin li Balafirgeha Sabiha Gokçen a Stenbolê hatiye binçavkirin û wiha got: “Em bang li hikûmetê dikin ku demildest dawî li van êrîşên bêhiqûqî yên li ser Meclîsa Ciwanên me, partiya me û siyaseta me bîne.”