NAVENDA NÛÇEYAN – Şervanên YPJ’ê Havîn Qamişlo, Ekîn Kobanê, Tolhildan Malazgirt, Ekîn Rojava û Berçem Hesekê yên ku li eniya Qereqozaxê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şer dikin, peyama berxwedanê dan.
Şervana YPJ’ê Havîn Qamişlo diyar kir ku weke şervanên ku rastî êrîşan hatine, derbên gelekî giran li dijmin dane û got ku bi cesareteke mezin li hemberî dijmin derketine.
Qamişlo da zanîn ku ne tenê şerê Kurdan, ji gelek neteweyan cuda hene û got, “Em bi hev re li dijî dijminan xaka xwe diparêzin. Divê gelê me di vê pêvajoyê de bibin yek û li kêleka şervanên xwe bin. Herî dawî em soza xwe ya li vir nû dikin. Soza azadkirina hemû herêmên me yên din ên dagirkirî didin.”
Şervana YPJ’ê Havîn Qamişlo herî dawî strana ku li gel hevrêyên xwe yên di berxwedana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne got û pêşkêşî cangoriyên azadiyê kir.
Şervana YPJ’ê Ekîn Kobanê diyar kir ku dijmin hemû teknîka xwe ya pêşketî li dijî wan bi kar aniye, lê tevî vê yekê jî bi ti awayî nekariye derbasî Qereqozaxê bibin û got, “Teknîkîn me yên pêşketî nînin, lê xwedî îrade û ruhê berxwedanê ji Rêber APO digrin, em moralê herî mezin ji Rêber APO digirin.
Kobanê da zanîn ku divê ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê beşdar bibin û got, “Kaygi jiyan nekin. Di vî şerî de rola xwe bilîzin. Tevlî vê berxwedanê bibin. Di vê pêvajoyê de divê em bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî têbikoşin.”
Şervana YPJ’ê Tolhildan Malazgirt diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û got, “Em soza tolhildana şehîdan didin.”
Stran ku şehîd Nêrgiz di eniya şer de şehîd bibû, hez dikir got û diyarî hemû şehîdên şoreşê kir.
Şervana YPJ’ê Ekîn Rojava diyar kir ku ew bi ruhê Zîlan, Bêrîtan û Viyan tevdigerin û got, “Em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Bê guman morala herî mezin a me û gelê me di vê pêvajoya dawî de hevdîtina bi Rêber APO re ye. Li pêşiya me tenê rêyek heye, rêya serketinê ye.”
Şervana YPJ’ê Ekîn Rojava di dawî de bi strana bi navê “Siraç” şehîd Sîrac û hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî.
Şervana YPJ’ê ya bi eslê xwe Ereb Berçem Hesekê diyar kir ku bersiva herî mezin wê bi rihê rêhevaltiyê û dilsoziya bi şehîdan re bê dayîn û bal kişand ser êrîş û komkujiyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gel û diyar kir ku ew ê li hemberî van êrîşan li ber xwe bidin û tu carî axa xwe neterikînin.
Berçem Hesekê di berdewamiya axaftina xwe de hemû gel bi taybet dayikên ku çekên xwe li dijî dijmin rakirine silav kir û destnîşan kir ku ev helwest moral û hêzeke mezin daye wan.