NAVENDA NÛÇEYAN – Kordinasyona Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê civîneke di dîroka 30’ê Berfanbarê de bi rêya “ZOOM” li darxist. Civîn ji gelek rêxistinên ciwanan, kesayet û rêxistinên jin pêk hat, ku ji her aliyên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê tevlî bibûn.
Li gorî malpera înîsiyatîfa: “Nîqaşên berfireh hatin meşandin li ser geşedanên ku li Sûriyê rû didin piştî hilweşîna rejîma Baes û gihiştina Îxwan El Muslimîn (Biratiya Misilmanan), ango HTŞ, li ser desthilata Sûriyê. Her wiha, bandoriya wê li ser herêma Rojhilat Navîn û Bakurê Afrîkayê hat nirxandin. Kordinasyon hin plansaziyan derxist ku di dema bê de werin pêk anîn û helwestekî zelal bo kiryarên ku li sûriyê çêdibin diyar kir, bi taybetî li ser mudaxeleya dewleta tirk a dagîrker di mijarên hundirîn ên Sûriyê de.”