KOBANÊ- Welatî û ciwanên gundê Pino yê Kobanê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew ê li kêleka şervanên xwe bin û li hemberî êrîşên dijmin serî netewînin.
Li ser navê şêniyên gund yek ji rûspiyên gundê Pino, Îbrahîm Bekî axivî.
Îbrahîm Bekî da zanîn ku ew ê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker piştgiriyê bidin şervanên xwe û got, “Em êrîşên dijmin qebûl nakin. Ev tê wateya qirkirina gelê Kurd. Em ê gelê xwe û xaka xwe biparêzin. Roj bi roj hêza me xurttir dibe. Em ê tu carî serî li ber dijmin netewinin, îro şerê hebûn û tinebûnê ye.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Serok APO” Bijî Berxwedana QSD’ê bi dawî bû.