BEHDÎNAN- Fermandara Biyargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk têkoşîna azadiyê ya jinan û berxwedana gelê Kurd nirxand. Zozan Çewlîk diyar kir ku têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo, wê di sala 2025’an de bibe xala werçerxê ya dîrokî.
Fermandara Biyargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk di hevpeyvîna taybet a dayî ANF’ê de, têkildarî têkoşîna azadiyê ya jinan û perspektîfa berxwedana gelê Kurd a ji bo sala 2025’an, nirxandin kir. Zozan Çewlîk diyar ku têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo, wê di sala 2025’an de bibe xala werçerxê ya dîrokî.
Zozan Çewlîk anî ziman ku hêza îdeolojîk a Rêber Apo û rêbertiya wî ya polîtîk, tenê ne ji bo gelê Kurd, ji bo jin û gelên Rojhilata Navîn jî bingehê jiyaneke demokratîk û azad e.
Zozan Çewlîk sala 2025’an weke sala 100’emîn a komploya 1925’an a bi patenta Îngilistanê, pênase kir û destnîşan kir ku ev sal wê şahidiyê ji hesabpirsîneke dîrokî re bike. Çewlîk got, “Îro em ê van komployan bi temamî parçe bikin û azadiyê bi dest bixin.”
Çewlîk bal kişand ser çanda teror û destdirêjiya cîhadîst a ku li Rojhilata Navîn li jinan tê ferzkirin û diyar kir ku têkoşîna xweparastinê ya jinan, pir girîng e. Çewlîk destnîşan kir ku divê jin berê xwe bidin têkoşîna li ser esasê xweparastinê û got, YJA Star wê di vê pêvajoyê de roleke pêşeng bigire ser xwe.
Zozan Çewlîk ji bo sala 2025’an hedefên xwe yên têkoşînê eşkere kir û got, divê li ser esasê xweparastinê her qada jiyanê bibe eniya berxwedanê. Çewlîk ev yek jî li axaftinên xwe zêde kir: “Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiya hevpar a jinan û gelan e. Azadiya vê xakê, parçeyekî têkoşîna hemû gelan a ji bo hebûn û nasnameyê ye. 2025 wê bibe sala bihara şoreşa jinan û gelan.”
Hevpeyvîna ku Fermandara Biyargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk dayî ANF’ê, bi vî rengî ye:
Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî ya ku di çarçoveya azadiya Rêber Apo de tê meşandin, di sala xwe ya duyemîn de bi pêşengiya jinan û bi xwedî derketina gelê Kurd, gelan û dostan re asteke girîng qezenc kir. Bi bandora vê têkoşînê re zext û zoriyek li hemberî dewleta Tirk çêbû û hevdîtinek bi Rêber Apo re pêk hat. Gelo hûn asta têkoşîna ku ji bo azadiya Rêber Apo tê meşandin, encamên bi dest xistî û xisûsa ku divê çi were kirin, çawa dinirxînin?
Em saleke din a ku têkoşîna me ya azadiyê bi dagirtî derbas bû û hem li ser navê jinan hem gelê me hem jî gelan destkeftiyên cidî hatin bidestxistin, di rêjeyeke girîng de êrîş hatin pûçkirin û ji bo nûneriya rûmeta mirovahiyê berdêlên mezin hatin dayîn, li pey xwe dihêlin. Bi vê wesîleyê em şehîdên xwe yên ku di nava Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de li ser navê neteweyî, herêmî û mirovahiyê destkefî afirandin û bi ruhê berxwedana Apoyî li lûtkeyê sekin raber kirin, di şexsê heval Asya, Rojger, Hewrê Çiya, Asmîn, Berwar Dersim, Şêxmûs Malazgirt, Bêrîtan Nurhak Çiya, Axîn Mûş Gabar, Herekol Şiyar, Orhan Cîhat Bîngol, Medya Egîd, Jiyan Mêrdîn, Nûjiyan Amed, Cemal Arap, Helmet û Rosîda Mêrdîn de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Dîsa em li ber bîranîna heval Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku lehengên Çapemeniya Azad in, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em hemû hevalên xwe yên ku weke hêviya azadiyê ya sedsala 21’an di şert û mercên herî xirab de li ber xwe dan, paşde gav neavêtin û têkoşiyan, silav dikin. Di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em gelê xwe û gelên ku li dijî êrîşên îmha û înkarê li ber xwe dan, yekîtiya gelan di sekna birêxistinkirî ya yekîtiya gelan de danîn holê bi rêzdarî silav dikin û berxwedana wan pîroz dikin.
Bê guman armanca vê têkoşînê, azadiya Rêber Apo ye. Weke xeleka vê ya dawî, têkoşîna ku bi pêşengiya jinan di çarçoveya Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî de tê meşandin, hem li qada navneteweyî rê li ber çalakiyan vekir, hem ji bo nîşandana rastiya dewleta Tirk a faşîst û ji bo deşîfrekirina sûcên li dijî Rêbertî, bû xwedî taybetmendiyeke girîng. Weke ku her kes jî dizane, di encama êşkenceya tecrîda mutlaq a li dijî Rêber Apo de qasî 3 sal û 8 mehan me agahî ji Rêbertiya xwe negirt. Armanca vê tecrîda ku li cîhanê mînaka wê tune ye, ew e ku di nava Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de nêrînên Rêber Apo dernekevin derve û bandorê li rêveçûna şer neke, rêxistin, gel û jinan bêperspektîf bihêle, fikar û nediyariyên di encama vê rewşê de derketine holê li dijî tevgera me bên bikaranîn û ya herî girîng jî berxwedan û kesayeta dîrokî ya Rêbertiya me, sekna wî ya serbixwe ceza bikin. Rêveberiya çete ya faşîst nekarî îradeya Rêber Apo bişikîne û li hemberî sekna wî bêçare ma. Ev rêveberiya çete siyaseta xwe ya nefretê, weke sîstema êşkenceyê ya Îmralî kûr kir. Weke me her tim diyar kirî, Îmralî tenê di berpirsyariya rêveberiya Tirk a faşîst-çete de nîne, di esasê xwe de weke sîstemeke ku ji aliyê NATO’yê ve hatiye rêxistinkirin û meşandin e. Lewma di nava Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de, dema ku polîtîkayên li Rêbertî, gelê me û gelan hatine ferzkirin encam negirtin û paradîgmaya Rêbertiya me asta çalakiya gerdûnî bi dest xist, hêzên hegemonîk ên navneteweyî ev yek ji bo xwe weke xeterî dîtin û lewma bi tarzekî çetewarî hem Rêber Apo li girtîgeha girava Îmraliyê mehkûm kirin, hem jî xwestine bi sîstemeke îzolasyonê wî bê bandor bihêlin. Lê belê dadgehên DMME’yê mafê darizandina adilane jî çavdêr nekir û helwestên bêbandor nîşan da, hemû biryarên bêhiqûqî yên dewleta Tirk ji nedîtî ve hat. Tevî ku salên dirêj li girtîgehê ma, ‘mafê wî yê hêviyê’ nehat xistina meriyetê, tevî nêzîkatiyên dewleta Tirk ên derqanûnî jî Konseya Ewropayê heta Îlona 2025’an wext da dewleta Tirk, CPT ti carî li hemberî Rêber Apo vekirî û adil nebûye, tevî ku demek dirêj hevdîtin pêk nehat CPT di serdana Tirkiyeyê de neçû Îmraliyê. Evane hemû nîşan didin ku sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, di esasê xwe de ji aliyê NATO’yê ve hatiye pêşxistin. Li dijî vê yekê ji xeynî têkoşîn û bandora paradîgmayî ya Rêber Apo, pêngavên azadiyê yên ji bo Rêbertî di çapa gerdûnî de hatine pêşxistin, berxwedana bê hempa ya gerîla û berxwedana gelê me û jinan a li dora Rêbertî û li dijî faşîzmê, rewşa konjonkturel a li Rojhilata Navîn zorî li dewleta Tirk kir û di 23’yê Cotmehê de hevdîtin bi Rêbertiya me re pêk hat. Tenduristî û ewlehiya Rêbertî, nuqteya esas e ku hemû jiyana me, siberoj û azadiya me diyar dike. Di vî warî de helbet di şert û mercên esaretê de Rêbertiya me ne di ewlehiyê de ye û jiyana wî timî di bin gefê de ye. Lê belê agahî û silav ji Rêbertî girtin, pir girîng e. Rêber Apo got, ‘tecrîd dewam dike’. Wateya vê; di konsept û êrîşên dijmin de guhertinek nîne, em jî wê li vê nuqteyê têkoşîna xwe bilind bikin û bidomînin. Rêber Apo bang kir ku tecrîd dewam dike, êrîşên dijmin dewam dikin û divê em têkoşînê bilind bikin. Heval Asya û Rojger di kêliyê de bersiva vê banga Rêber Apo dan. Çalakiya serketî ya li TUSAŞ a ku dijmin amûrên şer lê çêdike, di asta herî bilind de îradeya ku ji aliyê Rêbertiya me ve hatî afirandin, nîşan da û di heman demê de polîtîkayên dijmin derxist holê û lîstokên wî yên qirêj deşîfre kir.
Dewleta Tirk hevdîtina ku di encama têkoşîna me de pêk hatî, dixwaze welê nîşan bide ku weke ew çareseriyê dixwaze. Lê belê hate fêmkirin ku ev hewldan di cewherê xwe de di konsepta qirkirina faşîzmê de êrîşeke şerê taybet a li dijî Rêbertî ye. Li aliyekî qaşo gotinên çareseriyê tên gotin û ev yek bi wê armancê tên gotin ku zihnê raya giştî ya demokratîk tevilhev bikin, di têkoşînê de teredutê çêbikin, ya herî girîng jî rastiya Rêber Apo û nirxên wî ji rastiyê dûr bikin û bandora wî bişikînin. Jixwe piştî hevdîtinê qaşo cezayê disiplînê û piştre jî 6 meh qedexeya hevdîtinê li Rêbertî birîn, bi lez şaredariyên ku hêza rêveberiya îradeya gel in desteser kirin û qadên şer ên li Kurdistanê berfireh kirin. Eger banga ji bo Rêber Apo ya ‘bila were meclîsê û biaxive’ samîmî bûya, wê rêya çareseriyê vekirba, lê belê ev bangek a teslîmiyet û tunekirina tevgera azadiyê ye. Ne tiştek wiha pêkan e û ne jî navê vê çareserî ye. Hevdîtinên bi Rêbertî re asteng dikin, nahêlin yek gotina wî jî derkeve derve, ceza û êşkence li Rêbertî ferz dikin, hewl didin li ser navê Rêbertî biaxivin û welê nîşan bidin ku Rêbertî û tevgera me rastiyên ji hevdû dûr in. Tarzê meşandina vê siyaseta qirêj, mirov pir bi hêrs dike. Rêber Apo 26 sal in dîlgirtî ye û di tevahiya vê esareta xwe de ti mafê xwe yê hiqûqê bi kar neaniye û di nava sîstemeke êşkenceyê ya giran de hatiye girtin. Rastî ev qasê li holê ye, dewleta Tirk hewl dide rojevê ji rastiya wê dûr bike, hişê mirovan tevilhev bike, êrîşên xwe rewa bike û qaşo bi gotinên çareseriyê rastiyê kamufle bike. Lewma aliyekê wê yê cidî bê girtin nîne û nîşan dide ku wê xeteriyên hîn mezintir çêbibin. Piştî wê ketina rejîma Sûriyeyê û planên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, konsepta dîzaynkirina Rojhilata Navîn a bêyî mirovê azad, bêyî Kurdê azad û bêyî jina azad ji samîmiyetê dûr e û armanca wan çiye, derdixîne holê. Di vê nuqteyê de Rêber Apo ji bo jinên Rojhilata Navîn, gelan û mirovahiyê pêşengê jiyan û îradeya azad û demokratîk e. Tengasiya li hemberî vê rastiyê, hêzên desthilatdar di nava lîstokên qirêj ên piralî û êrîşkariyê de digire. Têkoşîna gerîla û berxwedana jinan û gelan ne destûra nêzîkatiyên sivîk a li hemberî Rêber Apo dide, ne jî nedihêle mijarên hebûna esas a azadiyê tune bên hesibandin. Rewşa heyî gelek xeteriyan digire nava xwe, lê belê gelek derfetan, şert û mercên serketinê jî bi xwe re tîne. Helbet Rêber Apo îradeyeke mezin e û hêza wî ya îdeolojîk û asta wî ya polîtîk li her arenayê dikare têbikoşe. Ji bo ku ev hêz rê li ber destkeftiyên mezin veke, yekane rê têkoşîn e. Muzakereya kesê lewaz teslîmiyetê, muzakereya kesê ku hebûna xwe spartiya hêza xwe ya cewherî û têkoşîna xwe, azadiyê tîne. Li gorî liv û tevgera vê rastiyê, divê hesasiyeta vê pêvajoyê rast were fêmkirin, divê şansê ku em bi destê xwe şikil bidin dîroka xwe rast were karanîn, divê li dora Rêber Apo têkoşîna hêza cewherî hîn bêhtir bê mezinkirin. Bi taybetî jî terora cîhadîst li jinan tê ferzkirin, tê veguherandina sîstemeke jiyanê û tê xwestin ku çanda destdirêjiyê car din bi sazûmankar bibe. Ev yek divê bibe sedem ku herî zêde jin têbikoşin û xwedî li hebûna xwe derkevin. Em hemû vê dizanin; pêvajoya em di nav de û şêwazê me yê tevlîbûnê erênî-nerênî wê bandorê li siberojê bike. Bersiva rast a ji bo pirsa ‘em dixwazin çawa bijîn’, jixwe Rêber Apo û rêya jinan, gelê me û gelan aniye ba hev. Wê demê têkoşîn, meş û xwedî derketineke hîn bi bandortir pêwîst e. Di vê nuqteyê de ferqa sala 2025’an ji sala 1925’an ew e ku di sala 100’emîn de derfetê têkbirina komploya ku li ser esasê azadiya Rêbertî li gelê me û herêma me tê ferzkirin, xurt e. Weke hêzên gerîla em jî bi vê perspektîfê tevdigerin û em diyar dikin ku hemû gel, jin û gelê me li ser vî bingehî xwedî li jiyana xwe derbikevin û têkoşîna xwe bi lez bikin. Yê berxwedêr be, xwedî wê jiyanê ye ku li ser bingehê rûmet û nasnameya xwe pîvana jiyanê zelal bike û îradeya pratîkkirina vê yekê nîşan bide. Şerê taybet ê li dijî Rêber Apo, hewldanekî bêfeyde ye ku dixwaze astengiyan derbixe. Divê mirov li dijî vê yekê bi hêrs bibe û di çarçoveya heqîqeta Rêber Apo de hîn zêdetir bikeve nava liv û tevgerê. Ti kes divê ji cihê xwe ji tiştên heyî re nebêje baş yan xirab û pasîf bimîne. Rastiya kesekê bêbandor, bê nirx e. Ji ber ku hebûna kesê hêza xwedî derketina li rastiya xwe nîşan nede, bênirx e. Em ê vê yekê bizanin. Lewma divê her kes têkoşîna xwe ya xweparastinê mezin bike, li dora Rêber Apo kom bibe, bi bandor tevlî bibe û hemû hêz û heyîna xwe deyne holê da ku bikare encam bigire. Weke kombûna van hemûyan, armanca YJA Starê ya sala 2025’an ew e ku li ser bingehê azadiya Rêber Apo têkoşînê di asta bilind de û ji bo bidestxistina siberojê, bimeşîne. Ji bo vê yekê çi pêwîst be, em ê heta dawiyê bi cih bînin.
Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ber bi dawiya sala 2024’an re ket qonaxekê din. Bi şerê ku li Kurdistan, Sûriyeyê û bi giştî li Rojhilata Navîn zêde dibe nexşe jinûve tên xêzkirin. Rejîma Sûriyeyê deriyê nediyariyekê vekir û wisa ket. Ji hêzên hegemonîk ên navnetewî destpêkê Tirkiye û dewletên herêmî di nav vî şerî de rolê rûxîner dilizîn. Dewleta Tirk a dagirker hem li ser Rojava hem jî li ser Başûrê Kurdistanê siyaseta xwe ya qirker bi hemû derfetên xwe ferz dike û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike armanc. Armanca dewleta Tirk a di van êrîşan de çi ye? Li hemberî vê hûn berxwedana gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û QSD-YPJ’ê çawa dinirxînin?
Ev rewşên ku em jiyan dikin ji aliyê Rêber Apo ve di parêznameyan de, dîsa di hevdîtînên Îmraliyê de bingehên wan ên dîrokî hatibûn nirxandin. Kîjan hêz çawa nêz dibe, çi bibe wê ev qeyran kûr bibe, di kîjan rewşan de şertên azadiyê wê pêş bikevin, ev hemû li gorî tespîtên ku berê ji aliyê Rêbertî ve hatiye kirin şekil digirin. Şerê cîhanê yê sêyemîn bi berfirehî tê pênasekirin. Di vê çarçoveyê de wek rêxistin nirxandinên ku tên kirin, sal bi sal li hemberî rewşên ku derdikevin holê pênaseyên ku tên kirin, di nav vê de wek hêzêke têkoşînê pozîsyona ku me girtiye hate nîşandan. Bêgûman konsepta çaresernekirinê ya li Rojhilata Navîn ji ber ku hewl dide riyên çareseriyê ya herêmê ji holê rake, li hemberî tevgera me şerekî dijwar heye. Ji dema komploya li hemberî Rêber Apo hatî kirin heta roja me ya îro êrîşên ku tên kirin, pêwîste wek tunekirina derfetên çareseriyê ya Rojhilata Navîn werin pênasekirin. Her wiha ji şerê kendavê heta rewşa Sûriyeyê, pêwîste bi awayek yekpare li hemûyan were mêzekirin. Ji bo li Rojhilata Navîn ewlekariya Îsraîlê pêk bînin û wî veguherînin hezêkê herêmî ya hegemon, wek 11’ê Îlonê Rojhilata Navîn tenê xizmeta Îsraîlê bike, êrîşa 7’ê Cotmehê ji bo şerê ku Îsraîl bide destpêkirin rewabûnek da qezenckirin. Ev yek hişt ku hêzêke pir girîng bê bandor bibe. Di vê nuqteyê de gelê Fîlîstînê êşên mezin jiyan kir û hîn jî dijî. Rêveberiya Hamasê li gorî dema wî ya bikaranînê derbas bibe, bi alîkariya dewleta Tirk re hate eciqandin. Hizbûlahê ku xwe wek hêzêke mezin a têkoşînê pênase dikir derbên giran xwar, gelek kadroyên xwe yên pêşêng wenda kir û pergala wê di asteke girîng de belav bû. Serokkomarê Îranê hate kuştin. Îsraîl êrîşî Îranê kir û her çendî Îran polîtîkaya xwe ya raste rast neketina şer wek, “sebrê bi aqil” pênase kir jî hîlala Şîî derbên giran xwar. Iraqê krîza ku jiyan dike, derbas nekir. Bi hevkariya dewleta Tirk a li hemberî tevgera me re, ji mêtîngeriyê re hîn zêdetir vekirî bû û derfetên xwe yê parastinê qels kir. Tecrîda li hemberî Rêber Apo berdewam dike, li qadên gerîla 16’ê Cotmehê êrîşên li hemberî Metînayê hatin berfirehkirin, 3’yê Tîrmehê li Sergelê, Girê Bihar û Xakurkê êrîşên nû hatin kirin. Dema em li pêvajoya salekê dinêrin ji derveyî tevgera me ya ku bi çalak têdikoşe, tu hêzêke din a xweparastinê nemaye. Yanî bi temamî ji holê ranebûne, lê bandora xwe wenda kirine. Îxaneta PDK’ê û tawîza ku dewleta Iraqê da dewleta Tirk, ligel vê jî dewleta Tirk kîlîta ku digot ez ê di sala 2022’yan de bigirim, nekarî bigire. Pêvajoya ku ji bo wî xitimandinê îfade dike û di xizmeta eniya Îngîlîstan, DYE û Îsraîlê de ye, bi hêzên Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) û hêzên HTŞ’ê re tevlî tiştên ku li Sûriyê tê jiyandin bû. Tirkiyeyê demek dirêj ji şerê Ukrayna-Rûsyayê sûd wergirt. Rûsya û Îranê bi “civînên Astanayê” xapand. Ji bo ji HTŞ û SMO’yê re qadan veke û wan biparêze hewl da vê pêvajoya ku patenta wî ji Îngîlîstanê ye bimeşîne û li herêmê hincetên şer afirand. Ji bo Îranê bikişîne şer û derfetên eciqandina Hizbûlahê biafirîne çi ji destê wî hat, kir. Jixwe Sûriye ji ber şerê demdirêj qels bibû. Rejîm di serî de Kurd, bi gelan re nediket riya çareseriyên demokratîk. Daxwaza wî ya parastina statukoyê, bi israr astengbûna Rûsya û Îranê ya bi rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re rejîm bikeve pêşketinek demokratîk, qeyrana aboriyê û hwd hemû hiştin ku rejîm qabîliyeta xwe ya ser piya mayînê wenda bike. Ewlekariya wî emanetî hêzên Rûsya û Îranê bû. Îran jixwe li Sûriyê derbeyek girîng xwaribû. Rûsya bi şerê Ûkraynayê re di asteke girîng de xitimîbû. Di esasê xwe de qadên Asyayê yên ku berê wek qadên Sovyetê dihat pênasekirin de, bandora xwe wenda kiribû. Bi şerê hundirîn a Sûriyeyê ve ji bo derfetên daketina behrên germ biparêze, bi dewleta Tirk re ket nav bazarên qirêj û li ser hebûna gelê Kurd û gelên herêmê xwest bi polîtîkayên berjewendîparêz xwe bigire û hin pêwîstiyên xwe pêk bîne. Di merheleya dawî de ji bo projeya Îsraîla mezin a bi patenta Îngîlîstanî bixin meriyetê, Rûsya ji herêmê dûr bixin, kembera Şîî ya Îranê bêbandor bikin Rojhilata Navîn bi rewşên paşverû yên ku jê re dibêjin Îslama radîkal re rû bi rû kirin. Ji bo jı her cure mêtîngeriyê re vekirî bikin, di 12 rojan de rejîm xistin. Sedem û çawabûna vê di rojên pêş de wê hîn zelaltir bibin. Di şexsê rejîma Esad de encama rejîmên dîktator û statukoparêz careke din xwe danî holê. Polîtîkaya ku ji bo gelê xwe derfetên azadiyê nade û di çarçoveya desthilatdariyê de nêz dibe, wê benê wî jî bikşîne. Di vê wateyê de rewşa ku tê jiyandin erênî ye û pêwîste encam jê were derxistin. Lê pêwîste bersiva pirsa kî rejîma Esad di vê konaxê de, çima wiha rûxand jî rast bidin. Ev mijar pir tê nirxandin. Pozîsyona hêzan tê nirxandin. Rast e, bêyî ku berxwedanek hebe HTŞ û SMO ber bi pêş de çûn. Tişta ku xuya dike Rûsya çû peymanekî û hîn zêdetir li ser piyan girtina rejîma Esad û wendahiyan li ber çav negirt û berê xwe da berjewendiyên xwe. Lê belê yê esasî aresteyîbûna polîtîkayên Anglo Sakson e. Bi şerê cîhanê ya yekemîn re herêm bi perçekirin û rêvebirinê bir konaxekî nû. Destpêkê netew-dewletên biçûk ava kirin, herêmê jinûve dîzayn kirin û Kurdan li herî binî hiştin. Li herêmê Cihû bi Hîtler dan qetilkirin û bi şerê cîhanê yê duyemîn re derfetên avakirina Îsraîleke nû amade kirin. Niha jî bi paşverûtiyên olperest û mezheperest re dewletokên hîn biçûk, lê hîn zêdetir bi pevçûn û di nav xwe de bikaribe xwe bimêzixîne dixwazin Îsraîlê hîn berfirehtir bikin. Dixwazin jinûve dagirkirina herêmê hîn kûrtir bikin. Ev konseptekî pir girîng e. Esas xitimîna Rojhilata Navîn ji ber xwe nû nekirina bîrdoziya Îslamê ye. Di rewşa heyî de dixwazin riya hêzên paşverû yên ku bi nasnameya Îslama Sunî tevdigerin, vekin. Heger bi ser bikevin, gelên herêmê, nasname û pirçandîtî û jin wê bi rûxîneke mezin re rû bi rû bimînin.
Dewleta Tirk ji bo van hemû wêrankirinan bi rola serkêşiyê rabûye. Her çend hêviyên xwe yên Osmaniyan bilêv kiribe jî, lîstina roleke bi vî rengî di wêrankirina herêmê de, kir ku dewleta Tirk bi gelê Ereb û Îranê re bikeve nava nakokiyan. Têkiliyên wê yên bi Rûsyayê re ku ji wê ranteke mezin bi dest dixe tevî ku her du hêz ji daxuyaniyên dijberbûnê xwe dûr dikin jî, di nava krîzeke kûr de ne. Di rastiyê de hewl dide dijminahiya xwe li dijî nasnameya Kurdê azad ê ku tevahiya gelan di nava xwe de vedihewîne di asta herî jor de bigire, Rojavayê Kurdistanê dagir bike û Mûsil jî bigire nava xwe, xwe li herêmê berfireh bike. Ji bo vê yekê bi awayekî lez bi rêya çeteyan êrîşê Til Rifat û Minbicê kir û xwest bi hawaya tirsê ku ava bike, îradeya qadên azad û gelan bişikîne. Di hiqûqa neteweyan de sûc e ku dewleta Tirk bi polîtîkayên wiha qirêj hilweşandina Sûriyê hazir bike û helbet wê bersiv ji vê re were dayin. Lê belê hevkariya bi hêzên çete yên bi vî rengî yên bê kontrol re, wê di dawiya dawî de rê li ber qedandina dewleta Tirk veke. Serkêş e, lê di dawiyê da dema ku hewceyî bi serkêşiya wî nebe, teqez wê wî qir bike. Rewşa ku Sûriye ketiye nav, siberoja Tirkiyeyê ye. Hevkariya bi hêzên Selefî-Îslamparêz re wê bi tenê rê li ber hê bêhtir hilweşandina rastiyeke riziyayî veke. Dewleta Tirk bi temamî bûye çete û armanc dike ku bi xurtkirina hevkariya xwe ya bi Hîzbûllah Huda-Par a Kurd, PDK’ê ya xayîn û niçikê wê ENKS’ê re, qirkirina Kurdan temam bike. Li aliyekî li Bakurê Kurdistanê polîtîkaya komkujî û çavtirsandinê pêk tîne û hewl dide bi rêya qeyûman îradeya gel bişkîne. Li aliyekî li dijî herêmên gerîla bi hemû hêza xwe êrîş dike û sûcên şer pêk tîne. Li aliyekî din bi meşandina siyaseta şerê taybet re dixwaze bandora Rêberê me bişkîne û her wiha giranî daye siyaseta êrîşkirin û qirkirinê ya ku armanc dike gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tine bike.
Lê belê Rêber Apo li dijî vê siyasetê û hewldanê 26 sal in li ber xwe dide û heta astekê van êrîşan bêbandor kiriye. Gelê Kurd gelekî polîtîk û bi hişmend e. Bêyî ku şerê xweparastinê dewrî kesekî bike, bi xwe şer dike û di encama destketiyên ku bi xwe re aniye jî, îro li ser piyan e. Gerîlayên azadiyê li ber çavê tevahiya cîhanê têdikoşin û berxwedaneke mezin raber dikin û rê nadin êrîşên qirkirinê. Yanî bi gotineke din, ava ku dewleta Tirk li Rojhilata Navîn tê de avjeniyê dike, naşibe cihên din. Giranî û kûrahiya wê heye. Xwedî wê derfetê ye ku van armancan bêbandor bike û tine bike. Di qonaxa ku em tê de ne her çend xeterî mezin bin jî, di bingehê de derket holê ku şansê herî mezin yê gelên Rojhilata Navîn Rêber Apo, paradîgma û hêza wî ya rêxistinkirina çalakiyan e. Berxwedaneke girîng a gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên parastinê heye. Berxwedana li bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê destaniye. Di vê wateyê de mirada dewleta Tirk û çeteyên wê ya pêşde çûyînê, tevî hemû hewldanên şerê taybet, revandina gel, fitne çêkirin û hêzên navneteweyî xistin dewrê jî xwestin bi şantajê mecbûrî teslîmbûnê bikin, lê ev hewldan xitimiye û têkçûye. Bi qasî ku me şopand, hêzên parastinê yên jin pêşengiya vê yekê kirin.
Bi qasî ku rîskên pêvajoyê zêde ne, ewqas jî derfeta serketinê di nava xwe de dihewîne. Gelên li Sûriyeyê, gelekî ku di nava xwe de gelek çandan dihewîne. Ji ber vê rejîmeke cîhadîst nikare qebûl bike. Ji vê hêlê ve sîstema heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelan ji vê diparêze û ev rewş her roj bêhtir tê fêhmkirin. Eger em bala xwe bidinê, Minbic demeke dirêj li ser esasê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwedî sîstemeke jiyanî bû. Piştî çeteyên dewleta Tirk ketin herêmê, gel yekser li dijî pêkanîna polîtîkayên talan û destdirêjiyê derketin. Ev nakokî wê hê kûrtir bibe. Dewleta Tirk bi serkêşiya HTS’ê hewl dide polîtîkaya xwe ya Kurd li Sûriyeyê pêk bîne, dixwaze yekparêziyê tê de ava bike û weke eyaletekê bi rêxistin bike. Lê nikare vê yekê bike, ji ber ku ne sal sala 1925’an e û ne jî gelê Kurd ê sala 1925’an e. Ger hûn bala xwe bidinê, herî zêde êrîşî rêxistina hevpar a gelê Ereb a bi gelê Kurd re tê kirin. Ji ber ku bi neteweperestiya mezhebî re derfetên komkujiyê zêdetir in. Tirkiye û Îsraîl ku niha li Sûriyeyê mîna ku dijberî hev bin didin xuyakirin, hewl didin bi pêş ve biçin. Dijberiya wan di kîjan astê de ye, mijareke nirxandinê ye, lê di bingeh de armancek hevbeş a demkî heye. Divê rêveberî û sîstem û hêzên parastinê yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bêyî ku rastî zext û şantajên ti hêzekê bên, bi hêza xwe li ber xwe bidin. Di nava tabloyeke ewqas aloz de ne pêkan e tavilê rêveberiyek bi istiqrar ava bibe. Yên ku li ser lingan disekinin, xwe naspêrin ti hêzî wê bi serkevin û destketiyên wan mayînde bibe.
Rejîma Sûriyê hilweşiya, lê hêzên ku ew hilweşand xwedî avaniyeke bêhtir paşverû ne û hêzeke berhevkirî ne. Dewleta Tirk ji xwe di çarçoveya berjewendiyên xwe de ji bo razemeniyên xwe biparêze wê hîn bêhtir xwe li ser van hêzan ferz bike û bêîstîkrariyê kûr bike. Ji ber vê divê ast bê bilindkirin, rewşên diguherin bên hesabkirin û teqez bi şerê parastinê re hebûna xwe berfireh bike û biparêze. Lihevnekirina aliyên qels, teslîmiyetê bi xwe re tîne. Li Sûriyê gelên ku naxwazin mehkûmî sîstema îslama paşverû bibin yên mîna Elewî, Durzî, Ermen, Asûrî li ser piyan in. Ji ber berjewendiyên teng çete bi hev ketine. Di rastiyê de ne HTŞ û ne jî SMO ne xwedî wê wesfê yan jî perspektîfa rêveberiyê ne ku van hemûyan bigirin nava xwe. Lê desthilatdar in, ji bo vê jî wê di nav xwe de li ser parvekirina desthilatdariyê bi hev bikevin. Divê ev rastî hemû bên dîtin û ji bo xeteriyên heyî ji holê bên rakirin, Şerê Gel ê Şoreşgerî û parastin esas bê girtin. Tenê bi vî rengî Sûriye wê derfetên demokratîkbûnê bi pêşengiya sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze û ev yek jî wê gav bi gav bibe tercîheke weke modela li herêmê. Bi vê wesîleyê em hem berxwedêran silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ger gavek wiha bê avêtin, wê di sala 2025’an de komploya qirkirina Kurdan di sedsaliya wê de têk biçe û li ser navê her kesê dê derfetên azadiyê bên bidestxistin. Pergalkirina Neteweya Demokratîk a li ser esasê paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Apo, firsendeke mezin a dîrokî bi dest xistiye. Ya ku divê were kirin ew e ku mirov xwedî li vê derfetê derkeve, bi hêz û îradeya xwe li ber xwe bide û bi avêtina pêngavên wêrek bi ser bikeve.
Rêber Apo diyar kir ku “Sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinê.” Li ser vê bingehê bi taybetî tevgera we ya azadiya jinê têkoşîneke bêhempa meşand. Encama vê têkoşînê di asta navneteweyî de bandorek çawa çêkir? Aliyên ku têkoşîna azadiya jinê diyar kir û pêwistiya pergalkirina xwe derxist holê. Êrîşên ku di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de li dijî eniya jinan destpê kir, di sala 2024’an de teşeyek çawa digire? Bi taybetî li Rojhilata Navîn pozîsyon û ferzkirina paşverûtiya mezhebî, dîzaynên rêveberiya cîhadîst, li hemberî Rojava ku weke şoreşa jinê tê pênasekirin, tê çi wateyê. Tevgera Azadiya Jinê tevahiya salê bi perspektîfa deklerasyona ‘xweparastinê’ di asteke xurt de têkoşîn meşand. Xeteriyên ku li pêşiya têkoşînê derketin çibûn? Nêzîkatiya we ya li hemberî van hemûyan çi ye?
Bêguman şansê herî mezin ê sedsala me Rêber Apo ye. Hem di aliyê paradîgma û rêxistinî de û hem jî di encamên wê de pêşxistina têkoşîna azadiya jinê çêbû. Hem li welatê me, hem li herêmê û hem jî di asta navneteweyî de geşedanên di çarçoveya teorîk-pratîk de derketine holê. Bi taybetî di çarçoveya tevgera jinên Kurd û hêzên parastinê de li dijî serdestiya mêr, paşverûtiya herêmî û dewletan di nava têkoşîneke aktîf de bû. Bi pêşengiya jinê û şoreşa Rojava re berxwedaneke berfireh li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve dihat xwedîkirin, bû sedem ku armanc û rastiya têkoşîna me ya azadiyê ya jinê ji hêla navneteweyî ve were dîtin. Bandorên têkoşîna navneteweyî hişt ku têkoşîna azadiya jinê pêşde bibe. Di Şerê Cîhanê ya 3’yemîn de hem hêzên navneteweyî, hem dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wan hewl dan stratejiya Rêbertî û tevgera me û destketiya têkoşîna azadiya jin qels bikin. Hem bi êrîşên xwe yên leşkerî û hem jî bi êrîşên xwe yên îdeolojîk re van destketiyan hedef girtin. Dewleta Tirk a faşîst di serî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê polîtîkayên serdestiya mêr-paşverû dijwar kir. Di qada siyasî de her tim êrîşê destketiyê jinan kir. Polîtîkayên olperestî û mezhebî ferz kir. Bi xurtkirina tarîkatan xwest jin mehkûmê jiyanek paşverû bike. Dîsa li Başûrê Kurdistanê hem bi destê PDK’ê û hem jî bi destê komeleyên qaşo alîkariyê ya girêdayî MÎT’ê re xwestin nîjadperestiyê veguherînin polîtîkayeke civakî. Li Rojavayê Kurdistanê, polîtîkayên koçberkirinê û şerê taybet pêk anî û hewl da li ser nirxên neteweyî jin weke zemîn bikar bîne. Herî bêhtir êrîşê jinên pêşeng kirin. Gelek xebatkar û rêveberên jin hatin qetilkirin. Li hemberî gerîlayên YJA Starê bi awayekî sîstematik êrîş pêk hatin. Niha jî di bin navê dîzaynkirina herêmî de di bin navê çeteyên HTŞ û SMO’yê forma herî paşverû ya Îslama Sûnî tê ferzkirin. Windakirina jinê tê wateya windakirina hemû civakê, tunekirina nirxên exlaqî ye. Tê wateya civak bixin nava rewşeke bêparastin. Hewldanên ji bo derxistina HTŞ’ê ji lîsteya terorê ku ji aliyê cewherî ve berhemeke ji Anglo Sakson e, her wiha nêzîkatiya ku mîna rêxistineke şoreşger e lê tê nîşandan, daxuyaniyên hêzên navneteweyî yên ku dibêjin ev yek wê pirsgirêkê heta astekê biqedîne, nîşan didin ku hewl didin jinan bikin qurbanê vê pêvajoyê. Hovîtiya DAÎŞ’ê li ser navê van hemû hêzan jin li bazaran mîna goşt firotin, ew qas jin hatin qetilkirin. HTŞ a ku xwe amade dikir desthilatdariya heyî dewr bigire jî ev yek kir. Tê zanîn SMO’yê bi salan çi bi serê jinên Efrînê û jinên herêmê anî. Erdogan têkildarî vê yekê kesekî herî paşverû û xwedî polîtîkayan e. Di vê nuqteyê de li gorî hêzên navneteweyî ye. Em ne dikarin vê yekê ji bîr bikin, ne jî welê hesab bikin ku qet nehatiye jiyankirin ne jî hesab bikin ku hêzek hatiye guhertin. Yanî em xwe naxapînin. Niha rewşa li Sûriyeyê, ji bo hemû jinan xeteriyeke mezin e û şoreşa Rojava jî ji ber ku şoreşa jinê ye, tê hedefgirtin. Eger siyaset xwe bispêre qetilkirina fîzîkî, çandî, siyasî û civakî ya jinê, wê demê li wir hemû mirovahî di xeteriyê de ye. Ev qas êrîşkirina wan a li dijî jinan, êrîşeke li dijî Rêber Apo ye. Ev êrîş konsepteke bi armanca bêbandorkirina paradîgmaya Rêber Apo ye. Ji vî alî ve navenda geşedanên salê, siyaseta qirker a di şerê cîhanê yê 3’yemîn de li jinan hatî ferzkirin e. Di nava şerê cîhanê yê 3’yemîn de têkoşîna îdeolojîk, siyasî û leşkerî ya hêzên Parastina Jin a Kurdistanê hem ev siyaseta qirker di astên diyar de bêbandor kiriye, hem polîtîkayên navneteweyî û herêmî deşîfre kirine, hem jî di asteke ku ti kes nikare înkar bike de pîvanên azadiyê daniye holê û qada liv û tevgerê ya paşverûtiyê teng kiriye. Ya herî girîng jî li ser navê hemû jinan û gelan, ji bo afirandina eniya azadiyê û radîkalîzekirina wê, rolê esas hatiye lîstin. Di nuqteya niha de divê mirov bizane ku eger xeteriyan bibîne û van xeteriyan têk bibe, wê çi bên qezenckirin. Di vê nuqteyê divê mirov bizane ku wê hêza her sîstemê lewaz bibe û sîtema desthilatdariya mêr jî di rewşa herî bêhêz de ye. Eger ev rewş rast were fêmkirin û tişta pêwîst were kirin, teqez e ku wê di nava tarîtiyê de yek ronahî derkeve û her kes wê bixwaze vê ronahiyê parve bike. Ya duyem, divê ev yek ji însafa ti kesê re neyê hiştin û li ser esasê hêza xwe ya cewherî pêk were. ‘Deklarasyona Xweparastinê’ nexşerêya bi ser xistina vê têkoşînê ye. Eger şerek hebe, tişta were kirin bi bandor kirina xweparastinê ye. Li herêmê hêza parastinê ya jinan li Rojhilata Navîn derfeteke ku jin xwe rêxistin bikin. Lewma divê ne tenê jinên Kurdan, hemû jinên herêmê, perspektîfa xweparastinê civakî bikin û bi jinên herêmê re bibin yek da ku encamên pratîk bi dest bixin. Jinên Fîlîstînî, jinên Ereb, Asûrî, Ermenî, jinên Kurd esasê vê rêxistinbûyînê ne. Hem cewhera neteweya demokratîk, hem jî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî pêwîstî bi pêşengiya jinê heye. Bi paşverûtiya ku tê ferzkirin re jin tê bêqîmetkirin û tine tê hesibandin. Piştî ku DYE’yê herêm radestî Talîban kir, em dizanin bê ka têkoşîna jinên Efganîstanê ya bi nirx çawa bi komkujiyan re rû bi rû ma. Jinên Efganîstanê pişta xwe nespartin Emerîkayê, lê bi awayekî qanûnî naskirina desthilata Talîbanê her çend ne rewa be jî derfetek da ku van tevgeran biperçiqîne. Divê em destûrê nedin ku li Rojhilata Navîn jî heman tişt biqewime; Hêzên jinan ên li vir ji xwe rêxistinbûyî ne, xwedî alav û rêxistinbûyîna xweparastinê ne. Ji bo vê jî pêwîst e di dema pêş de hem di warê siyasî-dîplomatîk, hem jî di warê civakî û leşkerî de têkoşîna parastinê bê mezinkirin.
Komxebata Parastina Jinê ya Rojhilata Navîn ku di 25’ê Mijdarê de bi pêşengiya YPJ’ê pêk hat û em weke YJA Star tevlî bûn, girîng bû. Mijarên ku pêşbîn kiribûn û biryar hatin girtin li hemberî bûyerên demkî rast bûn û divê hemû rêxistinên beşdar di asta herî jor de bi pratîk bikin. Bêguman ev rewş hemû jinên cîhanê jî eleqedar dike. Ji vê alî ve divê ku jin di nav berxwedaneke civakî de bin ku wê siyaseta heyî bişkîne û eniya tifaqê berfireh bike, lê her wiha divê hemû jin bi taybetî li Kurdistanê û Rojhilata Navîn di nav qada parastinê de cih bigirin. Yanî divê em bi ruhê seferberiyê tevbigerin. Di polîtîka û biryarên giştî de divê jin di pozîsyoneke diyarkirî de bin. Divê em li siberoja xwe xwedî derkevin û bikaribin taybetmendiyên pêşengiyê yên rastîn nîşan bidin. Bêguman hişmendiyeke mêr a ku jin weke suxme dibîne heye. Nêzîkatiyek ku ji enerjiya wê sûdê werdigire û radeya wê nabîne heye. Divê em her cure êrîş ji bo xwe bikin bingeha têkoşîna parastinê û li ser esasê hişmendiya zayendî têkoşîneke stratekîk bimeşînin. Bi vê munasebetê em bang li hemû jinan dikin ku di nava saziyên parastinê de cih bigirin, mal, kolan, welat, jiyan, hebûn, beden, ruh û siberoja xwe biparêzin. Eger em di nava şert û mercên ku her kes senaryoyên hovîtiyê ferz dikin de têkoşîneke rast bimeşînin, li Rojhilata Navîn şoreşa jinê dikare zûtir pêş bikeve û pêvajo veguhere bihara azadiyê. Weke YJA Starê di vê mijarê de di nava salê de me hêzeke girîng a şer nîşan dan. Bêguman aliyên ku qels mane, em dinirxînin. Em ê nehêlin jinek jî bibe qurbanê paşverûtiya cîhadîst a mezhebî û dewletên navneteweyî. Em ê nehêlin çeteyê herî mezin a terorîst Erdogan û hevkarên wî ku her tim hebûna me terorîze dike, bi ser bikevin. Teqez em ê bi hêza xwe û tifaqên jinan pêşketinên heyî bi rêve bibin mafên xwe bi dest bixin. Ji heft heta heftêyî divê hemû jin bi vê perspektîfê tevbigerin, li her qadê dijmin bikin hedef û her wiha beşdarî eniyên gerîla û parastinê bibin û xwe biparêzin. Ev yek hêza ku wê serketinê misoger bike ye.
Girêdayî vê pirsê weke hêza parastina tevgera azadiya jinan we saleke girîng a têkoşînê li dû xwe hişt. Di pêşengtiya fermandarên weke Berwar Dersim û Bêrîtan Nûrhak Çiya de avaniya YJA Starê ya fermandar û şervanan li Bakurê Kurdistanê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî faşîzma dewleta Tirk sekneke girîng nîşan da. Di vê çarçoveyê de asta gerîlayên azadiyê yên jin a pêşengtî û sepandina taktîkan encamên çawa derxistin holê? Girêdayî Şerê Cîhanê yê 3’yemîn encamên îdeolojîk û leşkerî yên têkoşîna YJA Starê çi ne?
A rastî me di pirsa beriya niha de di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de heya astekê têkoşîna îdeolojîk û leşkerî ya eniya jinan nirxand. Em weke YJA Starê girêdayî çareseriya nakokiya di navbera zayendan de rêxistineke parastina jinan in ku ji bo gelê xwe û mirovahiyê azadiyê dixwazin. Ev nasnameya me ya îdeolojîk e û di pratîka xwe de jî temsîliyeta vê yekê dikin. Di nava Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de em weke hêza parastina jinan û eniya jinan çareseriya pirsgirêka azadiya jinan armanc dikin. Qadên parastinê bi qasî îfadekirina armancên me yên îdeolojîk û bi qasî îfadeyeke radîkal ya bidestxistina wê, alternatîfa sereke ya parastina hebûna me ye ku ev yek jî têkoşîna me ya leşkerî îfade dike. Dewlet û hêzên wekîl rewşa sazîbûna serweriya mêran in û têkoşîna me armanc dike ku vê sekna mêran ya sazîbûnê perçe û bê bandor bike. Me di tevahiya salê de jî têkoşîna nîşandana vê yekê ya rast meşand. Me weke hêzên gerîlayên jin hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîneke bibandor meşand. Bêguman di pêşengtiya pêşengên me yên mezin Berwar Dersim, Bêrîtan Nurhak û Asya Aliyan de û girêdayî azadiya Rêber Apo û li ser esasê azadiya hemû jin û gelan sekneke dîrokî hate nîşandan. Weke ku her kes dişopîne di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de dewleta Tirk a faşîst girêdayî konsept û beşên xayîn û herêmî êrîşên pir dijwar pêk tîne. Hedef dike ku pêvajoyê girêdayî çewisandina gerîlayan veguherîne destkeftiyekê. Lê belê li Bakurê Kurdistanê tevî hemû zext û êrîşan, şopandina teknîkî û konsepta şer a giraniyê dide teknîkê jî têkoşîna gerîlayan a di pêşengtiya jinan de û bi parastina hebûna xwe û behreya lêxistinê gelekî girîng bûn. Em weke gerîlayên YJA Starê bi pêngavên girîng ketin sala 2024’an. Hem tîmên gerok hem şerê tunelan û hem jî bi sepandina taktîkên gerîlayan yên di nav hev de di branşan da derxistina asteke bibandortir asteke sepandina taktîkên cidî derkete holê. Li hemberî her cure tesîsatên dijmin ên teknîkî di warên tekûzayiyên hewce û pêşxistina rêyên pûçkirinê û veguherandina derbên bibandor de encamên serkeftî hatin bidestxistin. Bi taybet jî serweriya fermandariya jinan ya li ser taktîkê, pêşengtiya di çalakî û şêweya tevgerê de bi bandor bû. Me weke fermandariya jinan û avaniya şervantiyê hem di kûrbûnên taktîkê de û hem jî di tekûzayiya teknîkî û detayên şer de encamên girîng bi dest xistin. Di tevahiya salê de jî ji aliyê YJA Starê ve 357 çalakî hatin lidarxistin. Yanî hêzên me yên parastina jinan ne bi demsalî, di hemû şert û mercan de jî çalakiyên xwe pêk anîn û karîn vê yekê bikin. Dîsa bi qasî sûîqest, bikaranîna çekên giran û taktîka sabotajê ya zêde û bibandor parastina hewayî, derbasbûna gerîlayan û taktîkên biserdegirtinê jî bi awayekî bibandor û di nav hev de hatin sepandin. Di şerê tunelan de ji berxwedaniyê re pêşengtî hate kirin û girêdayî hemû şert û mercan jî derbên giran li dijmin hate xistin. Em bi rojane bîlançoyên xwe parve dikin, û dîsa bi mehane û salane jî pêşkêşî raya giştî dikin. Di van çalakiyan de gelekî çeteyên dagirker hatin cezakirin, gelek çek û techîzatên leşkerî hatin desteserkirin û gelekî wesayît û techîzat jî hatin îmhakirin. Girêdayî xweparastinê li Bakurê Kurdistanê asteke girîng ya pêkanîna çalakiyan hate bidestxistin. Yekîneyên me yên profesyonel di qadên xwe de sekneke bibandor nîşan dan. Herî dawiyê çalakiya hevrêyên Asya Alî û Rojger Hêlîn ya ku serweriya taktîka hêzên parastina jinan û behreya pêkanînê gihand astên herî bilind, hêza îdeolojiya azadiya jinan nîşan da. Bi cîdîyet û moreleke mezin bi ser dijmin de çûn û giranî dan bidestxistina encamên teqez. Lawazbûn û bêçaretiya çeteyên dewleta Tirk ên li hemberî vê yekê di rastiyê de xitimîna serweriya mêran ya li hemberî hêz û têkoşîna jinan nîşan da. Têkildarî vê yekê encamên îdeolojîk û siyasî hatin bidestxistin. Ger ev sekna gerîlayan nebûna hem wê geşadanên li Sûriyeyê beriya niha bihatana ferzkirin û hem jî wê dewleta Tirk bêperwa tevbigeriya û sînor nas nedikir. Bi berdêlên giran pêşî li serketina dewleta Tirk hate girtin û tevî ku hejmara derewên wan ên ji bo veşartina têkçûnê zêde bû jî, ev yek ji wan re nebû çare. Rastî hemû caran xwedî hêza eşkerekirina derew û sextekariyan e. Herweha êrîşên dijmin ên bêperwa yên li dijî geşedan û şoreşa di pêşengtiya jinan de û bêçaretiya li hemberî hêzên gerîlayên jin û bandora têkoşîna azadiya jinan ji ber jihalçûna bêçaretiya dewleta Tirk e. Em dizanin ku em xwediyê mîsyoneke dîrokî ne. Girêdayî lehengiya jinan avaniya me ya fermandarî û şervaniyê ya nemir xwediyên vê mîsyonê yên herî zanedar in. Hêza di çavkaniya vê yekê de dilsoziya ji Rêber APO re û sekn û baweriya pêkanîna vê yekê ya girêdayî armancên îdeolojîk in. Artêşa Sûriyeyê ji ber hin sedeman , tevî hêzên Rûsyayê û hêzên din jî nekarî 12 rojan li ber xwe bide. Têkçûna Hamasê li holê ye. Tevî ku hêzên gerîlayan bi êrîşên qirêj, bombebarandinên dijwar û êrîşên hewayî û bejayî re rû bi rû dimîne jî û tevî ku dewleta Tirk li hin herêmên sînor bi cih bû jî nekarî hêza gerîlayan têk bibe, bi rojane windahiyên wê çêdibe û hewl dide bi artêşeke ku psîkolojiya wê têk çûye, li ser piyan bimîne. Tişta ku ev yek pêk anî ne teknîka me ya leşkerî yan jî hejmara me ye, hêza Rêber APO ya îdeolojîk, hewla me ya tevlîbûna ji vê yekê re û israra sekna me ya li ser vê xalê ye. Bi vê wesileyê ez hevrêyên me yên di sala 2024’an de tevlî karwanê şehîdan bûne bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ew ji azadiyê bûn rê, ji jiyanê re bûn nefes, ji dijmin re bûn derbe, ji pêşerojê re bûn derî, ji welatparêziyê re bûn îfadeya heqîqetê, bûn rûyê xuya û nûnerên Xwedewendan. Ji ber vê yekê em sala 2025’an bi hêviyeke mezin û bi rehetiya bidestxistina serkeftinê û bi baweriya ji bo îradeya xwe pêşwazî dikin. Helbet tevî van yekan hemûyan jî hem di nûnertiya îdeolojîk de û hem jî di sekna leşkerî de hin kêmasiyên me çêbûn. Ya herî girîng têkoşîna me bi têra bêbandorkirina siyaseta qirkirinê ya bi temamî û pêkanîna azadiya Rêber Apo nekir. Ev yek ji bo me cihê rexnedayînê ye. Bi lêpirsîna hemû kêmasiyan, bi hişmendiya wateya sala 2025’an em ê bi hemû hebûna hewl bidin ku sala pêşiya xwe veguherînin destkeftiyên mezin.
Girêdayî asta pratîkbûna li ser xeta azadiya jinan ya YJA Starê di sala 2024’an de xala herî girîng çalakiya fedaî ya Asya Alî û Rojger Hêlîn a di 23’yê Cotmehê de li Enqereyê li dijî tesîsên TUSAŞ’ê bû. Bi taybetî jî asta ku di şexsê Asya Alî û Rojger Hêlînan de derketî holê, di warê têkoşîna azadiya jinan de tê çi wateyê? Girêdayî sekna îdeolojîk û asta sepandina taktîkê de wateyên ku ji vê çalakiyê werin derxistin çi ne û di pêşerojê de ji aliyê YJA Starê ve xwedî bandoreke çawa ye?
Xeta azadiya jinan bi xwe re azadiyê tine, kesayeta azadiyê rewşa rizgarbûna ji keveşopî, paşverûtî û bêhêzbûnê ye. Şênberbûna vê yekê ya di kesayetan de mezinahiyên dîrokî diafirîne. Ji ber vê yekê hevrêyên Asya Alî û Rojger Hêlîn; nûnerên jin û mêrên azad ên girêdayî Rêbertiya me, hewl û qonaxa wê ne. Tevî ku feraseta jin û mêrên jirêzê di şexsê van hevrêyan de têk çûne jî, hêza ku ji aliyê vê yekê ve derketî holê xwe di asta herî radîkal de nîşan da. Asya Alî weke xeta Zîlanî ya herî bihêz girêdayî kesayeta fermandariya tevgera azadiya jinan rastiyeke wisa ye ku di hemû şert û mercan de bi wesfa artêşa yekkesî ya xwe birêxistî ye. Îfadeya di rapora hevrê Rojger de ku dibêje; ‘’di nava rêxistinê de hevrêyên jin şikil dane min’’ di rastiyê de rêya ber bi azadî yê ve û nîşaneya bingeha pêşketinê ye. Rêber APO di şexsê xwe de pêşketin spart ‘têkbirina zîhniyeta mêran.’ Ev diyarkirin ku weke têgeh aîdî Rêber APO ye di rastiyê de îfadeya rizgarbûna ji hemû qirêjiya desthilatdarî û mêraniyê ye. Xeta Eqîd ya ku di şexsê hevrê Mahsûm Korkmaz de şênber bûye di cewhera xwe de van pîvanan hildigire. Ji ber vê yekê wesf û nasnameya îdeolojîk a çalakiyê di esasê xwe de ev in. Weke dîrokî dubare derketiye holê ku; jin û mêrantiya jirêzê ya klasîk teslîmiyet, jinavçûn, îxanet, hevkarî, belengazî, bêîradebûn, û têkçûnê îfade dikin. Rizgarbûna ji van yekan mezinahiyên mûcîzewî derdixîne holê. Çimkî dema ku mirov xwe ji zayendperestî û serweriya mêran rizgar dike, wesfeke ku her tiştên bedew pêk bîne, derdikeve holê. Mirov dikare bi bergan li ser bingeha îdeolojîk ya hevrêyên Asya û Rojger xwe spartinê û li ser îfadeyên wan pirtûkan binivîse. Fêmkirineke piralî hewce dike. Dema ku ev rastî xwe di warê leşkerî de birêxistin dike, bi tu awayî nayê astengkirin, tecrûne cesareteke mezin bi dest dixe û teqez serkeftin tê bidestxistin. Her du hevrê jî xwedî tecrûbeyên girîng ên jiyan û têkoşînê ne. Weke hewcedariya kilîdbûnê bi awayekî birêxistinkirî û bidîsîplîn li gel xwe di astên herî bilind de taybetmendiyên kûrbûna li ser taktîkan, cesaret, tevgeriya li ser hemû bingehan û behreya derblêxistinê pêk anîn. Kiryar û girîngiya TUSAŞ’ê tê zanîn. Li paytextê dewleta Tirk saziya şer ya herî qirêj û cihê ku hemû amûrên sûcan lê tê dabînkirin, helbet hedefeke şerî bû. Hevalan berê xwe dan li vê derê. Di çalakiya de ji 40’î zêdetir windayên dijmin çêbûn û ji sed kesî zêdetir jî birîndar çêbûn. Lê belê dewleta Tirk weke hemû caran, hewl da ku vê rastiyê jî veşêre. Tevî vê yekê jî di hin dîmenan de xuya dike ku heval bi awayekî bi bandor û aqilê selîm derbeyan li dijmin dixin. Weke teyrebazan berê xwe didin nava dijmin. Du hevrê hemû TUSAŞ’ê di şexsê wê de dîl girtin û tarûmar kirin. Hevrêyan ji saetekê zêdetir şerê xwe kirin, hem taktîka sabotajê pêk anin hem jî canê xwe kirin bombe. Di astên herî bilind de derbe li dijmin xistin. Di warê leşkerî de bi awayekî pir baş hatiye hesabkirin û sekneke serweriya li ser mewziyê hate nîşandan. Weke tîmeke APOYÎ ya dukesî li dijî navenda şerî ya dijmin ya herî mezin operasyon li dar xistin. Herweha bandora wê zêde bû û bi ser ketin. Hêz û bedewiya her du hevrêyên me, hem weke sekna li lûtkeyên herî bilind a tevahiya îfadeya artêşbûna me ya jinan û hem jî di stretejiya piralî ya têkoşîna pêşerojê de bûn mînakên bihêz. Ev yek ji bo me, jinan û gelê me bû cihê serfiraziyê. Ev hevrêyên me dilsozên herî mezin ên jiyanê ne, lêgerên bedewiyê ne, ji ber vê yekê jî çalakiya wan ya herî mezin e. Divê em hemû, hemû jin, gelê me û hemû gel vî nirxî fêm bikin û heqê wê bidin. Sekna hevrêyan di astên herî bilind de banga ji bo têkoşînê ye. Em weke YJA Starê çalakiya hevrêyên bi rêzdarîpêşwazî dikin, teqez em ê sekna layiqbûn û zêdekirina van serkeftinan nîşan bidin. Helbet divê divê hemû ciwan û jin jî girêdayî vê xetê xwe binirxîne, qada lê dimîne veguherîne mewziya têkoşînê û çeka Asya û Rojgeran rakin. Bi vê wesîleyê di serî de jinên ciwan em bang li ciwanan dikin ku tevlî nava refên gerîlayan bibin û bang dikin ku werin em li ser rêya azadiyê beşa rûmetê bi hev re parve bikin.
Herî dawî ji bo sala 2025’an we perspektîfeke çawa daniye pêşiya xwe? Bi taybet weke avaniya fermandarî û şervaniyê ya YJA Starê mirov dikare hedefa we ya 2025’an çawa pênase bike, jin û gel divê vê salê çawa pêşwazî bikin, çi bikin?
Sala 2025’an di heman demê de 100’mîn salvegera sala 1925’an e ku bi destê Îngilîzan li dijî gelê me hat pêşxistin. Em bi siyaseteke înkar-komplo-qirkirinê ya 100 salane têdikoşin. 50 salên dawî yên vê sedsalê, bi pêşengiya Rêbertiya me, bi têkoşîna pûçkirin û parçekirina siyaseta qirkirinê derbas bû. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn niha giheştiye asta jinûveavakirina Rojhilata Navîn û jinûvediyarkirina sînoran. Di vê xalê de, li ser bingeha tecrûbe û destkeftiyên pêncî salan, tam di wî wextî de ku ji bo jinûvediyarkirina pergalê şert û merc guncav in, em xwedî perspektîf û şert û mercan in ku sala 2025’an bikin sala serkeftinê û parçekirina komployan. Li ser bingeha şoreşa azadiya jinan, bi pênasekirina rast a şert û mercên heyî, bi hêzgirtina ji tecrûbeyên xwe û bi nirxandina neşiyanên xwe, em ê bibin hêza herî hêzdar ya têkoşînê ya sala nû. Bi taybet li ser bingeha azadiya Rêber Apo, derfeta parastina hebûn û azadiya jinan, gelê me, gelan û nasnameyên çandî ji her wextê bihêztir e. Wek hêzên parastinê yên jin, em xwedî biryar in ku vê yekê li tevahiya Kurdistan û herêmê çalak bikin. Ji niha ve diyar e ku sal wê bibe sala şerekî mezin. Tiştên ku dê li Rojhilata Navîn, Qibris û Sûriyeyê biqewimin, êrîşên ku dê li ser Îranê bên dijwartir bibin, berî wê li Îraqê îhtîmala şerekî nû bilind e. Di navenda van hemûyan de Kurdistan, jin û gel hene. Bi qasî ku amadebûna ji bo her rewşê, di esasê xwe de em ê taybetiya xwe ya rêya 3’emîn hem di asta leşkerî de hem jî di asta siyasî de biparêzin û vê yekê temsîl bikin. Di vê xalê de, şerê li Kurdistanê ku jixwe têra xwe dijwar e, dike ku derbasî merheleyeke nû bibe. Li ser navê me jî derfetên pêngavên xurt û mecbûriyeta berbelavkirina têkoşînê li qadên berfirahtir derdikeve holê. Em ê qebûl nekin ku tu herêmek bê dagirkirin, ev yek bê mayîndekirin û gelê me û jin werin paşguhkirin û ev yek dê ji bo me bibe sedema têkoşînê. Helbet mafê gel û jinên Ereb, Kurd, Ermenî, Asûrî, Fîlistînî, Cihû, Faris û Belûcî; wek nasnameyên çandî Êzidî, Elewî, Duezî, Yarsan û hwd heye ku bi hebûna xwe bijîn û em ê jî ji bo ku wan li ser xetekw hevpar bihînin hevdu hewl bidin. Lê di rewşa heyî de pêdivî bi şerê parastinê heye ku dibê zêdetir civakî bibe. Ji bo ku her mal, her sikak, hemû qadên jiyanê veguherin çeperên têkoşînê, divê di serî de jin, gelê me, gelên din rêxistinbûna xweparastinê pêş bixin û bikin hêza têkoşînê. Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya jinan destkeftiya gelê me yê çar parçeyan û herêmê ye û xala hevpar û destkeftiya gelên cîhanê ye. Kes nikare vê yekê biçûk bibîne. Helwesta li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta li hember van hemû pêkhateyên civakê ne ku me navê wan anî. Loma divê bi seferberiyê sekna têkoşîna hevpar a ku desthilat herî zêde ji wê ditirsin bê pêşxistin û qiyamet bê rakirin. Yekîtiya neteweyî girîng e lê belê divê ji bo vê yekê wesfa neteweyî were nîşandan. Lê belê hin rêxistin û partiyên ku weke kontra rol dilîzin, li hêzên neteweyî ne berovajî vê yekê netewefiroş in, alikariya dijmin dikin û îxanetkar in. Divê ev werin derbaskirin û yekîtiya neteweyî di eniya jinan de were pêkanîn. Netewebûna jinan ji vê yekê jî wêdetir e. Hemû jinên li herêmê û li seranserê cîhanê perçeyeke neteweya jinan e û her kes berpirsiyar e ku pêşeroja xwe biparêze û em jî berpirsiyar in ku di têkoşîna xwe de nûnertiya van nirxan bikin. Bi qasî paşverûtiya cîhadîst jinavçûna modernîzmê nabe şêweyeke jiyanê. Ji ber vê yekê divê hemû kes di sala 2025’an de bi serîrakirineke şoreşgerî li ser piyan be. Divê em şensê xwe bibînin û xwedî lê derkevin, yan na wê tu wateya lê belêyan nebe. Dem ew dem e ku mirov bi îrade û bi hêvî tevlî bibe. Dem ew dem e ku mirov xwe bispêre hêza xwe û mîna Asya Rojger pakbûnê di kesayetiya xwe de temsîl bike û bi rengekî şareza tevlî bibe û bi ser bikeve. Em bang li hemû jin û ciwanên xwe dikin ku tevlî nava refên têkoşînê bibin. Tevlîbûneke girêdayî bilindkirina têkoşîna xweparastinê, rastdiyarkirina rojevê, dilsoziya ji Rêbertiya me re û meşa bêdudilî wê hemû Rojhilata Navîn rizgar bike. Bi vê bawerî û biryardariyê em sala 2025’an li hemû jinan, gelê me, gelan, malbatên şehîdan, bi taybet dayîkên şehîdan û hevrêyên xwe yên têdikoşin pîroz dikin û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Şoreşa jinan û bihara gelan wê bibin nasnameyên sala 2025’an.