NAVENDA NÛÇEYAN – Şervanên YPJ, QSD, YPG û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi ruhê serketinê li Qereqozaxê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) berxwedana xwe didomînin. Di vê berxwedanê de şervanên ji gelên Ereb, Kurd, Asûrî, Ermenî û Suryanî di eniyên pêş de ne. Ji fermandarên QSD’ê Bahoz Întîkam û Baran Filistîn ên bi eslê xwe Erebin cihê xwe di çeperên pêş ên Berxwedana Serdemê ya Qereqozaxê de digirin.
Şervanê QSD’ê Bahoz Întîkam diyar kir ku şer li dijî hemû teknîka pêşketî ya dijmin tê meşandin û dijmin bi ti awayî nikare vîna wan bişkîne û got, “Armanca me têkoşîna li ser esasê têkoşîna Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Em hêvîdar in ku hemû gel beşdarî vê têkoşînê bibin.” wî got.
Şervan destnîşan kir ku li dijî dijmin şerê tunelan dikin û got, “Em teknîka dijmin têk dibin. Em bi şêwazê xwe ya tevgerandinê balafirên keşfê bêbandor dikin. Car caran dijmin lastîkan dişewitîne û dûmanê diavêje tunelan. Lê em heta nefesa xwe dawî li ber xwe bidin.”
Di dawiyê de şervanê bi eslê xwe Ereb bang li hemû ciwanan kir ku tevlî seferberiyê bibin û got, “Ciwan xwedî hêza têkoşînê û rizgarkirina gel û welatê xwe ne.”
Şervanê QSD’ê Baran Filistîn ê li eniya şer e di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em li eniya Qereqozaxê ne. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ji bilî serkeftinê tiştekî din nizanin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Şervanê QSD’ê piştî axaftina xwe strana Nûda Buka Kurdistan diyarî Rêber APO, şehîdên şoreşê, girtiyan û tevahî gel re kir.