NAVENDA NUÇEYAN- Li gorî Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), şervanên jin ên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê li hember êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya bersivdayînê de çalakî li dar xist. Şervanan ev çalakî ji bo bîranîn û tolhildana şehîdên berxwedana Qereqozaq û Tişrînê pêk anî.
Navendê diyar kir ku di vê çalakiyê de pergala radarê ya li baregeha dewleta Tirk a dagirker a li gundê Menax ê Serêkaniyê bi temamî hat rûxandin. Her wiha li gundê Um El Kêf ê girêdayî Til Temirê yê kantona Cizîrê jî çeteyekî dagirkeriya Tirk ji hêla şervanên jin ve bi çalakiyeke sekvaniyê hate kuştin.