COLEMÊRG – Xwendekarên Zanîngeha Colemêrgê ji bo xwendekara Zanîngeha Wan Yuzuncû Yilê Rojîn Kabaiş a ku 18 roj piştî windabûna cenazeyê wê hat dîtin, daxuyanî dan. Li ser navê xwendekaran Azîme Karabulak daxuyanî da.
Azîme Karabûlak, diyar kir ku ji bo dengê malbata Rojîn Kabaiş û hemû jinên ku jiyana wan ji dest wan hatiye standin ew li hev civiyan û got, “Em dixwazin diyar bikin ku em li cem malbatê ne û em dengê wan in. Em daxwaz dikin ku hesasiyeta ku di Doza Narînê de hat nîşandan, di doza Rojîn Kabaiş de jî bi heman fedakariyê bê nîşandan. Divê berpirsên vê bûyerê li pêşberî edaletê hesab bidin. Em radigihînin ku em li dijî her cure şîdetê li hemberî jin, zarok radiwestin û di vê mijarê de em amadene her cure piştgiriyê bidin.
‘JIYAN Û PÊŞEROJA WÎ KUŞTIN’
Piştre pismamê Rojîn Kabaiş Azad Kabaiş axivî û wiha got: “ Rojîn ji bo xwendinê çû Wan. Lê mixabin jiyan û paşeroja wî qetil kirin. Em niha nikarin ji dozgeriyê tu encamekê bigrin. Apê min ev sê meh in li her derê, li dadgehê, derî bi derî digere, lê kes dengê wî nabihîse. Agir cihê ku lê dikeve dişewitîne û dilê me jî perçe perçe dike. Ew ne tenê Rojîna me ye, Rojîna Tirkiyeyê ye. Ev doz ne tenê ya me ye.”
Azad Kabaiş, diyar kir ku Rojîn Kabaiş întîhar nekiriye û hatiye qetilkirin, xwest ku di zûtirîn dem de kujer bên dîtin.