NAVENDA NÛÇEYAN – Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di bernameya perwerdeyê de guherînên ku pergala ku li welêt armanc dike nîşan dide, parvekir. Dema mirov li mufredata nû ya ku dê di 24ê Sibata 2025an de bi awayekî fermî bikeve meriyetê, hewla avakirina xîlafetek nû ya DAIŞê li Sûriyê bi zelalî tê dîtin.
Di nav van guhertinan de zayendperestî, olperestî û neteweperestî tehrîk dikin, olên din ên yekxwedayî jî şermezar dikin.
Ev tiştên ku di pergala perwerdehiya nû de hatine guhertin ev in:
Rakirina beşên ku bi berhemên dîrokî ve mijûl dibin ji mufredatê.
Kontrolkirin û ji nû ve rêzkirina rêzên helbestan.
Divê hemû pirtûk û beşên têkildarî jinan ên di dîrokê de ji sîstemê bên derxistin.
Zenobia û Hale Bint al-Ezver ji dîrokê werin paqijkirin.
Cihû û Xirîstiyan wek “yên ku di bin xezebê de ne” tên nîşandan.
Li şûna biratiya mirovahiyê biratiya baweriyê bi kar tînin.
Derxistina beşên li ser zilma Osmaniyan ji mufredatê.
Hin pêxember (Cihû û Xiristiyan) ji mufredat hatin derxistin û li şûna wan merivên baş hatin danîn.
Şûna hevoka “ji bo xatirê welat” bi hevoka “di rêya Xwedê de” hatiye guhertin.
Vesazkirina wêneyan di pirtûkên dersê de.
Peykersaz, kite hwd. derxistina wêneyan.
Jêbirina wêne û navên xweda û xwedawendên mîtolojîk.
Li şûna olên Semavî Şerîatên Semavî bikar anîn. (Ev tê wê maneyê ku ji bilî Îslamê olên din wek ol nayên qebûlkirin)