MARSÎLYA-Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) yên li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li ser silavkirina Rêber APO, bi girtina rêyên bacê yên Marsîlyayê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn.
Her wiha di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên girêdayî wê yên li ser Rojava jî hatin protestokirin.
Di çalakiyê de alên Rêber APO, alên PKK û KCK’ê û pankarta “Bila nebin alîgirê qetlîama Kurd” hatin daliqandin û timî dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Ciwanên ku tevî mudaxeleya hêzên ewlekariyê jî çalakiya xwe berdewam kirin, bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava.
Ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Gerîlla” û “Bi Can Bi Xwîn Em Terene Ey Serok” dawî li çalakiya xwe anîn.