DIRBESIYÊ- Bi destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, welatiyan banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) girtin. Hinekan bi hilgirtina çekan cihê xwe di eniya şer de girtin, hinekan li tax û gundan xweparastinê rexistin kirin, hinekan şervanan re li eniya şer xwarin amade kirin, hinekan jî ji bo gihandina alîkariyên ewil û pêdiviyên tenduristiyê ji bo dermankirina şervanên li eniyên şer de hamleya derman komkirinê dn detpêkirin.
Jinên ciwan ên li Dirbesiyê dijîn, serdana hemû dermanxaneyên navenda bajarê Dirbesiyê kirin û ji bo şervanên eniya şer derman kom kirin. Jinên ciwan wê dermanên ku berhev kirine bişînin eniya şer.
Jinên ciwan destnîşan kirin ku ew ji bo her erk û berpirsyariyeke ku ji wan were xwestin amade ne û ew ê bi her cîh û qadê de di nava Şoreşa Gel a Şoreşger de cih bigirin.